Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 9 JUL 2025 11:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Frakisyona PDKê: Referandûm rojeke niştimanî bi nirx û serbilindiyeke mezin e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Frakisyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê beyanameyek bi boneya salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de belav kir.

Beyanameya Frakisyona PDKê waha ye;

“Beyanameya fraksiyona PDKê li salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de

Bi serbilindî ve em referandûma serxwebûna Kurdistanê bibîrtînin, ku xaleke werçerxana giring bû di dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê ku roja 25.09.2017ê pêkhat, rojeke niştimanî ya bi nirx û serbilindiyeke mezine bo hemû ew kesên ku gotine ‘’Belê’’ û deng bo serkeftina wê dane.

Salvegera referandûmê de em soz ji Serok Barzanî re didin ku heta em bimînin êm dê Pêşmergeyê vê rêyê bin ku wî bo gelê xwe helbijartiye, berxwedêrî û biwefabûna wî ya ji bo gelê xwe denge azadîxwaziya kurdan gehande guhê civaka navnetewî, yar û neyarên gelê Kurdistanê.

Em wek fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê herdemekî serbilindin bi destkeftên mezin ên gelê xwe û bi rêbertiya birêz Serok Barzanî û bi pêşengiya PDKê ya netewî perweriyê ve em xebatê bo bidest xistina wan armancan dikin.

Silav bo hemû wan kesên ku beşdarbûn di serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê de, ruhê şehîdên karwanê rizgarî û serxwebûna Kurdistanê şad be.

 

Frakisyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê”

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact