Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:51 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Iraqê gotûbêj kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşema 16.9.2020 bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da ku bi serbilindî bîranîna şehîdên komkujiya gundê Sorya ya ser bi qezaya Zaxo ve bi bîr tînin ku roja 16ê Îlona 1969an rêjîma Beis tawaneke mezin encam da û çendîn kes ji welatiyên Mesîhî û Misilman yên gund şehîd bûn.

Piştre Serokwezîr ronahî xiste ser sardana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Herêma Kurdistanê û amaje bi wê yekê da ku vê serdanê weke pêgaveke erênî dibînin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de, li ser binemaya destûrê û hêvîdar in bi kirdarî guftûgoyan bigihînin encaman û di berjewendiya her du aliyan de be.

Got jî, pirsgirêk ne tenê mûçe û destkeftên darayî yên Herêmê ji budceyê ne, belkû ji bilî pirsgirêkên girêdayî bi budce û petrolê, asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û maf û destkeftên destûrî yên din yên Herêmê û Pêşmerge, çend tewerên din ên nakokiyên ligel hikûmeta federalî ne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku tevî qeyranan, rewşa xizmetguzariyê li Herêma Kurdistanê ji deverên din ên Iraqê baştir e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hemû kes û aliyan zêdetir dixwaze jiyan û debara welatiyên Herêma Kurdistanê baştir bike û divê xelkên din weke firyadres neyê wênekirin.

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kurteyeke encamên dawî sardana şanda bilind a Herêma Kurdistanê bo Bexayê û pêvajoya birêveçûna danûstandinên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî yên derbarê budce û enerjiyê pêşkêş kir. Amaje bi wê jî da ku guftûgo bi wê arasteyê ve berdewam in ku rêkeftineke demdirêj jê berhem bide.

Piştre, Wezîrê Herêmê yê Karûbarê Danûstandinan û Serokê Dîwanê û Sekreterê Encûmena Wezîran, kurteya projeyasaya budceya Iraq Federalî bo sala 2020an pêşkêş kirin, ku di roja 14ê Îlona 2020an li Encûmena Wezîran a Iraqê hat pesendkirin û bo Encûmena Nûneran hat şandin. Herwiha ronahî jî xistin ser ew made û birgeyên ku pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê ve hene.

Di dawiya civînê de, guftûgo derbarê binemayên stratejiya giştî ya budceya federalî ya Iraqê bo salên 2021 heta 2023an hate kirin ku komîteyeke bilind bo wê hat pêkanîn û Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar e. Di vê tewerê de, Wezîrê Plandananê ronîkirinên pêwîst pêşkêş kirin û Encûmena Wezîran jî, wezaret raspardin ku hevahengiyê ligel her du wezaretên Darayî û Aborî û Plandananê ji bo wê mebestê bikin, ta Herêma Kurdistanê beşdariyeke wê ya aktîv di dariştina stratejiya budceya federalî de hebe, bi arasteya dabînkirina maf û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact