Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK û YNK: Em piştevaniyê li Hikûmeta Kurdistanê dikin ku hikumraniyê li seranserê Kurdistanê bike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan û piştî civîna xwe daxuyaniyeke hevbeş ragihandin û gotin, “em piştevaniyê li Hikûmeta Kurdistanê dikin ku hikumraniyê li seranserê Herêma Kurdistanê bike.”

Di daxuyaniya hevbeş de hatiye eşkerekirin: “Biryar hat dayîn ku civîna berfireh a herdu polîtburoyên PDK û YNK, di demeke nêz de li Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê were kirin.”

Daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê bi vî awayî ye:

Roja Sêşema 11.8.2020 şanda taybet a gotûbêjê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Dukanê civiyan û çend mijarên li ser peywendiyên herdu aliyan axivîn û gotûbêj kirin û biryarên pêwîst dan.

Yekem:Herdu aliyan lihev kirin ku naveroka rêkeftina siyasî ya PDK û YNKê were cîbicîkirin ku di 4ê Adara 2019an de hatibû îmzekirin û ji hemû aliyan ve bi giştî û bi taybetî di mijara parlemento û hikûmetê de, bi awayekî ku alîkarê hikûmet û saziyên wê bibin, ji bo serkeftina bi ser rewşa tedirustiyê de ku vîrûsa koronayê derxistiye holê û herwiha di barê aborî û debara welatiyan û başkirina wan de.

Duyem:Herdu aliyan lihev kirin ku piştevaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ji bo hikumraniya li seranserê Kurdistanê, ji bo vê jî rêkeftina îdarî ya navbera her du aliyan were cîbicîkirin û herwiha li her cihekî ku kêşeyek derkeve holê, bi hevfêmkirin û alîkariya navbera her du aliyan bi liberçavgirtina aliyên beşdar ên din li hikûmetê, çareserî were dîtin.

Sêyem:Ragihandina herdu aliyan xwe dûr bikin ji şêwaza nivîsandin û belavkirina alozî û têkdana li hemû cure kanalên ragihandinê.

Çarem:Herdu aliyan lihev kirin ku ji bo cîbicîkirina benda A ya di xala 6em a rêkeftina siyasî ya herdu aliyan de, lez bikin. Ji bo vê mebestê jî, lijneya taybet û pispor ji herdu aliyan were pêk anîn, da ku alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û zêdetir xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bike.

Pêncem:Derbarê yasa hilbijartinê û hilbijartinên pêşwext ên Parlementoya Iraqê de, herdu aliyan li hev kirin ku heman helwestê nîşan bidin, ku dezgehên hilbijartinê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi hevbeşî û bi şêwr, li gel tîmên herdu aliyan ên li hikûmet û Parlementoya Iraqê, li ser vê mijarê bixebitin û pêşniyazên guncaw bidin polîtburoyên herdu aliyan.

Şeşem:Ji bo ku em ji demê sûd werbigrin û biryaran bilez cîbicî bikin, biryar hat dayîn ku civîna berfireh a herdu polîtburoyan, di demeke nêz de li Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê were kirin.

 

 

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistanê

 

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact