Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 14 JUL 2025 21:51 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Pêwîst e ev rewşa Şingalê bidawî were û Şingal vegere dest xwediyên xwe yên resen
| KDP.info


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro şeş sal bi ser karesata tawana komkujiya Şingalê de derbas dibe. Karesatek ku tê de terorîstên DAIŞê bi awayeke hovane tawan li beranber xûşk û birayên me yên Êzdî kirin. Ew tawan birîneke kûr e li ser laşê gelê Kurdistanê û tu demekê nayê jibîrkirin. Li vê karesatê de Êzdî ji ber Kurdbûnê û ji ber ol û bîr û baweriyên xwe ketine ber lehiya rik û hov û bêwîcdaniya terorîstan. Ew tawanbarên DAIŞê yên li dijî xûşk û birayên me yên Êzdî encam dane berdewamiya wan zincîre karesat û tawanan bû ku bi dirêjahiya dîrokê de li ser gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Di vê salvegera diltezîn de bi bilindî bîranîna şehîdan û qurbaniyên Şingalê dikin. Di heman demê de wan Pêşmergeyên qehremanan jî bibîr tînîn ku bi xwîna xwe Şingal û çiyayê Şingalê ji destê terorîstan azad kirin û merdane tola wê karesata diltezîn ji terorîstan kirin.

Bi pêwîstî dizanim li vir careke din tekeziyê li wê yekê bikim ku bi hemû şiyanek ve piştevaniya daxwaziyên xûşk û birayên Êzdiyan dikim bo ku ew bi serbilindî vegerin ser mal û warên xwe û jiyaneke bextewer û aram û dûrî li sîtemkarî û çewsandina wan hebe û bikarin karubarên xwe li navçeyên xwe birêve bibin.

Cihê daxeke zêde ye ku devera Şingalê jî piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 ketiye bin bandora plana nehezên xelkê Kurdistanê. Wê demê ji bo ku rê li pêşiya karesatên din û xwînrijandina di navbera Êzdiyan de were girtin û wiha rêkeftin hat kirin ku kontrola Şingalê bidin Êzdiyan û Êzdî her bi xwe îdareya Şingalê û navçeyên xwe bikin, lê belê heta niha jî Hikûmeta Iraqê pabendî wê rêkeftinê nebûye û Şingal ketiye destê xelkeke din. Her ji bo wê yekê jî heta niha Êzdiyên devera Şingalê ji jiyan û paşeroja xwe piştrast nînin û venegeriyane navçeyên xwe û her li rewşa koçberî û jiyana kampan de mane ku di rastiyê de ev zulmeke mezin e.

Ji bo wê yekê pêwîst e dawî bi vê rewşa nexwezayî ya Şingalê were û Şingal vegere dest xwediyê xwe yên resen û pêwîste rêkarên wiha bêne girtin ku êdî karesat û zulm û tawan li dijî Êzdiyan û pêkhatên din dûbare nebin.

Di salvegera karesata komkujiya Şingalê de dilê min berdewam li gel xûşk û birayên Êzdiyane û hevxemê kesukarên qurbaniyên wê karesata diltezînim. Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

 

Mesûd Barzanî

03.08.2020”

 

 




Nûçeyên din

PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact