Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 22:56 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku li ser birîn û xema Êzdiyan siyasetê dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de dûpat kir, Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirin û vegerandina aramî û avadankirina Şingalê û kirina bi parêzgeh berdewam dibe û got jî, Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzdiyan mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.”

Ev jî tekesta peyama Nêçîrvan Barzanî ye:

“Îro bi êşeke kûr ve bîranîna şeş saliya Jenosayda Êzdiyan û karesata Şingalê dikin. Bi rêz û rûmetê ve wan hemû xwîşk û birayên me yên Êzidî bi bîr tînîn ku bûne qurbaniya tawankariyeke bêhevtaya terorîstên DAIŞê. Ti kesekî bawer nedikir di sedsala bîst û yekê da mirovayetî careke din mergesateke wiha dibîne ku hemû cîhanê şok dike. Silav û dirûd ji bo giyanê pakê qurbaniyên karesata Şingalê û tevahiya xwîşk birayên Êzdî.

Di demekê de vê bîranîna bi êş dikin, mixabin hê jî ji birîna xwîşk û birayên me yên Êzdî xwîn jê diçe û bi hezarên wan li wargehên koçberiyê dijîn. Şingal û navçeyên din ên Êzidiyan hê jî nehatine avedankirin û bingeheke baş ya vegerana aramiyê û vegerana jiyana wan tê de nîne. Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzdiyan de mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.

Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina aramî û vegerandina aramî û avedankirina Şingalê û kirina bi parêzgehê de berdewam dibe. Ji bo vê mebestê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê hemû hevkarî û hemahengiyekê dike. Her wiha li ser asta navdewletî jî kar dike heta ku bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî û Unitad vê tawanê bi jenosayd binasênin û tawankaran jî didin dadgehê û qurbaniyan qerebû dikin.

Xwîşk û birayên Êzdî bi hezaran salan li ser warê xwe bawerî û ola xwe parastine û herdem sedemeke girîng û çalak ya çanda pêkvejiyanê û lêborînê bûne û herdem jî her wiha dimînin. Em di vê salvegerê de tekeziyê li ser kûrkirina wê çandê dikin û hemû pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikin ku Kurdistan bi landika aram û parastiya me hemûyan dimîne. Her wiha soza ji bo kesukarên revandiyan jî dûpat dikin li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan de berdewam dibin.

Silav li giyanê pak ê wan Pêşmergeyên qehreman ku bi serpereştiya raste rast ya cenabê Serok Mesûd Barzanî, Şingal rizgar kirin û bo wê navê da giyanê xwe bexşîn. Spas û pêzanîn ji bo wan hemû kesên li navxwe û derve hevkariyê pêşkêşê Êzdiyan kirin. Xwîşk û birayên Êzdî piştrast dikin ji bo dabînkirina dadperwerî û paşerojeke baştir herdem li gel wan da dibîn.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê"




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact