Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê Cejina Qurbanê pîroz kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de Cejina Qurbanî li li malbat û kesukarên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman, li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Cejna Qurbanê li malbat û kesukarên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman, li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, her wiha li hêzên navxweyî, pizîşkan û karmendên tendirustiyê û sazî û damezraweyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ku ji bo parastina canê welatiyan rûbirûyê pejika virusa Korona bûne, bi germî pîroz dikim.

Hêvîdar im cejin bikîn derfeta kûrkirina zêdetirê giyanê lêborînî, tebayî û pêkveyî pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê, hewlên me hemû aliyek jî yên ji bo nehiştina nakokiyan bigihe serkeftina yekcarî. Kurdistaniyan piştrast dikim ku bi vê navê da berdewam dibîn û divê em hemû aliyek şiyanên xwe yek bixîn û pêkve kar bikin ji bo çareserkirin û derbaskirina qeyran û giriftan û mîsogerkirina maf û hêjayên destûriyan û parastina pêgeh û qewareya Herêma Kurdistanê.

Bi rêz û pêzanîneke mezin li xweragirî û bîhnfirehiya Kurdistaniyan dinerim ku ji ber virusa Koronayê û encamên wê yên abûrî ve, rûbirûyî qeyran û dijwariyên wê dibin, hêvîdar im em cejnên xwe yên pêşerojê di nava xweşî û bexteweriyê de pîroz bikin, me dijwarî derbas kiribin û asoyekî geş bi rûyê Kurdistanê de vekirîbe. Herwiha hêvîdar im em hemû rêkarên tendirustiyan û xweparêziyê liberçav bigrin.

Cejina me hemûyan pîroz be, hemû salek bi xweşî be, aştî û aramiyê ji bo Kurdistan, Iraq û navçe û cîhanê û tevahiya mirovayetiyê dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
30/07/2020”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact