Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Dayoka Ayşe belav kir û got, Dayka Ayşe behiştî ye û mînaka xweragirî û azayetiyê bû û bo hemû xelkê Kurdistanê cihê şanaziyê ye. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde ve min nûçeya koça dawî ya Dayika sê şehîdên Kurdistanê xanima Dayik Ayşe bihîst.
Dayika Ayşe ya beheştî, mînaka xweragirî û azayetiyê bû û ji bo hemû take kesekê Kurdistanê cihê şanaziyê ye. Min bi xwe ew şanaziye hebû ku bigihim xizmeta wê û waneya xweragirî û Kurdayetiyê ji wê fêr bibim.
Li vê xemgîniya mezin da, pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û nasên Dayika Ayşe dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê pakê Dayika Şehîdan bi beheşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
27.07.2020”