Hewlêr-KDP.info- Bi mixabîniyeke zêde ve, me nûçeya terorkirina pisporê emnî Hîşam Haşimî bihîst, ku girûpên dervey yasayê ew karê zalimkar kirine.
Di demekê de ku em bi tundî wî karê terorîstî şermezar dikin, em daxwaz ji dezgehên pêwendîdar ên Bexdayê dikin ku wan bikujan bibînin û bidin dadgehê, da ku bighên cezayê xwe.
Herwiha em ji xwedayê mezin lavakar in ku rehmetî bixe ber rehmeta xwe û sebir û aramiyê bide malbat û kesûkarên wî.
Viyan Dexîl
Berdevka Fermî ya Baregeha Barzanî
7.7.2020”