Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 21:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Wêzîrê Gihandina Iraqê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê gihandin a Iraqê civiya û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê de gotûbêjkirin

Îro Pêncşema 2.7.2020 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê gihandin a Iraqê civiya û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê de gotûbêjkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê gihandin a Iraqê Erkan Şehab civiyan.

Di dîdarê de Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Elî Xiweylidî Serokê Civata Rêvebirinê ya Desteya Ragehandin û gihandina Iraqê amade bûn û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê gotûbêjkirin.

Wezîrê Gihandina Iraqê amadebûna wezareta xwe bo hevkarî û hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da, di çarçoveya pêşxistinê di warê gihandin li Iraq û Herêma Kurdistanê de. Herwiha got ku ew rêzê li taybetmendiyên Herêma Kurdistanê digırin û dixwazin, baştirîn pêwendî di navbera her du aliyan de hebe, ji ber ku bihêzbûn a Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraqê de ye.

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê tekezî liser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser binemaya destûrê kir, ji ber ku cîbicîkirina destûrê fakterek sereke û giring ê pêşkeftin û aramiya Iraqê ye.

 

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact