Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 10:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hikûmeta Kurdistanê: Wê danûstendinên me ligel Bexdayê berdewam bikin heya ku em bighên rêkeftinekê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê gotûbêj derbarê pêngavên cîbicîkirina yasaya çaksaziyê û rêkxistina sîstema bac û pêşxistina kerta taybet kir. Herweha biryar da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di danûstandinên xwe de li gel hikûmeta fedral berdewam be ji bo gehiştinê bi rêkeftinekê ku maf û şayîsteyên destûrî yên Herêma Kurdistanê tê de parêstî bin.

Îro Çarşema 1/7/2020 Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî Serokê Civata Wezîran û bi beşdariya Qubad Telabanî cêgirê serokê Civatê bi rêya vîdyo konfirasê civiya.

Di destpêka civînê de, cêgirê serokê wezîran raporta xwe pêşkeş kir derbarê encamên gotûbêjên hikumeta Herêma Kurdistanê li gel hikumeta fedral û pêşniyazên çareserkiria arîşeyên li gel Bexda. Sipasiya şanda danûstankarê herêmê jî kir, bo berevanîkirinê ji mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê. Civata Wezîran biryar da hikumeta Herêma Kurdistanê di danûstandinan de berdewam be ji bo gehiştinê bi rêkkeftinekê ku maf û şayîsteyên destûrî yên hikumeta Herêma Kurdistanê tê de parastî bin.

Dûv re Ebdulhekîm Xisro, serokê Fermangeha hevahengî û dûvçûnê û sekretêrê Komîteya Bilind a Çaksaziyê raportek pêşkeş kir, derbarê pêngavên kirokî (piragmatîkî) yên yasaya çaksaziyê, ku îro 1ê Tîrmehê dikeve di warê cîbicîkirinê de.

Herwiha wezîrê darayî û abûriyê mîkanîzm û rêkarên wan rênimayiyan pêşkeş kir ku di rêkefta 29/6/2020 de hatin derxistin bo cîbicîkirina yasaya çaksaziyê.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, ku çaksazî di tevaya kertan de dê were kirin û çaksazî piroseyeke berdewam e. armanc jî ji çaksaziyê ku daxwaza piraniya xelkê Kurdistanê ye, bidestveanîna dadperweriyê û parastina mafê fermanberên hêjayî û rasteqîne ye.

Ji aliyekî din ve, Dara Reşîs Wezîrê Pilandananê, reşnivîsa peyrewa û çarçoveya yasayîya perpêdan û pêşxistina hevpişkiya kerta taybet û giştî û çend pêşniyaz bo perepêdana kerta taybet pêşekeş kir. Civata Wezîran piştî gotûbêj û nerîn veguhartinê, sipasiya Wezareta Pilandananê kir û bi tevaya dengan ew peyrew û pêşniyaz hetin pesindkirin, ku dibe bingeha yasayî bo cîbicîkirina pirojeyên hevpişkên kerta taybet û giştî bi li berçavgirtin dana delîveya wek hevî bo kompanyayan, berekanê, berjewendiya giştî ya hevwelatîyan, peyrewkirina pîverên darayî û yasayên karpêkirî bi awayekê ku di xizmeta pirojeyên giştiyên xizmetguzariyan de be.

Dûv re serkretêrê Civata Wezîran, Amanc Rehîm, serokê komîteya raspartî bo pêdaçûnê bi bacê, raportek pêşkeş kir derbarê encama vekolînê û pêdaçûna Komîteya rêkxistina sîstema bacê li Herêma Kurdistanê ku li ser asta sitratejîk û dirêjdem destnîşana pilana çaksaziya bacê kiribû. Di pişkeka dî ya pilana niha pêşkeş kir bo çaksaziyê di warê bacê de, piştî gotûbêja û nerîn veguhartinê civata wezîran tevî destxweşiyê li sekretêrê civatê û endamên komîteyê, bi tevaya dengan rasparteyên komîteyê hatin pesindkirin, bi arasteya helweşandina her lêxweşbûneka bacê, heke li derveya yasayê be û bi zûtirîn dem peyrewa pîyadekirina karê jimêryarî ya yasayî û karê hûrbînî ya pirojeyên bazirganî bihên cîbicîkirin da ku jêryarên yasayî berpisyariyê bixin di stûyê xwe de bo rêgirtinê ji xwe ve dizînê ji dana bacê û pabendkirina kompanyayan bi dana bacê û wergiritina rêkarên yasayî bo beranber wan kes û kompayayên xwe ji dana bacê vedidizin yan moletên lêxweşbûna bacê li gor yasayê bo pirojeyên xirab bikar dihênin. Tevî karkirinê bo darijtina yasayeka nû bo bacê û mifa wergirtin ji zanyariyan bo pêşkeşkirina xizmetguzarîya bacderan û nehêlana bîrokrasî û rotîna rêveberîyên bacan û zêdekirina zelalyê.

 

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact