Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 30.6.2020 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Dr. Elî Teter parêzgarê nû yê Duhokê kir.
Di pêwendiyeke telefonî de, Serokê Hikûmetê hêvî xwast, parêzgar di erkê de xwe yê nû û xizmetkirina welatiyên parêzgeha Duhokê de serkeftî be û bi hevkariya tevahiya dam û dezgehên parêzgehê, xizmeteke zêdetir û hêjayî wê parêzgehê bikin.
Roja Duşema 29.6.2020an, di rêûresmekê de Elî Teter wek parêzgarê nû yê Duhokê sûnda yasayî li pêş Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwar.