Hewlêr-KDP.info- Endamekî Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran dibêje, di çarçoveya serdanên me de, emê sibe serdana PDKê bikin.
Mûyed Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Sibe şandeke pilebilind ji tevgera me dê serdana PDKê bike, ew jî di çarçoveya serdanên me yên ji bo partiyên siyasî.”
Ehmed wiha got: “Armanca me ji vê serdanê ew e ku em hemû bihevre çareseriyekê ji vê kirîzên li Herêma Kurdistanê re bibînin, ji ber ku em hest dikin ku hebûna Herêma Kurdistanê di bin metirsiyê de ye û divê em hemû yekrêz û yekhelwêst bin, da ku ev guvaş ji ser Herêma Kurdistanê rabe.”