Pîrmam-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li pîrmam pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Iraqê kir.
Îro Pêncşema 25.06.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cume Înad Se'dun Wezîrê Berevaniya Iraqê û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Iraqê silavên Serok Wezîrê Iraqê bi Serok Barzanî gihand û bi kurtî behsa rewşa emnî û siyasiya Iraqê û gefên terorîstên DAIŞê li parêzgehên navenda Iraqê kir.
Her di vê civînê de tekez li ser hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê ya li rûbirûbûna terorê de û herwiha pêşxistina kultûra pêkvejiyana di navbera pêkhatan hat kirin.
Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê, di erk û karên Wezîrê Berevaniya Iraqê de xwest.