Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 30 NOV 2020 16:21 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Hezkirina ji teslîmbûnê
| KDP.info


Zikrî Mûsa

Ev çend roj in ku medyayên Kurdistanê behsa hewla hinek bi nav parlemanterên Kurd dikin, ku projeya wan heye ji bo ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bikeve destê Hikûmeta Iraqê. Bi rastî ev yek nezaniya wan kesan nîşan dide.

Bi gêjbûn û xweşaşkirina van kesan doza sedsalî ya miletekî nabe pirsa mûçeyê fermanberan. Tê bîra me hemûyan ku heya raperîna 1991ê jî mûçeyê fermanberên Kurdistanê ji Bexdayê dihat. Nêzîkî 400 hezar çekdarên Kurdî ser bi Bexdayê ve jî hebûn. Nanê gerim dihat ber deriyê xelkê û pirsgirêka mûçe û nan li Kurdistanê nebû. Lê dîsa jî gelê Kurd li pêşiya çavê hemû kesî jenosîd û karesat dihatin serê wî. Mirovê Kurd Enfal û Kîmyabaran li ser serê wî dihat kirin. Erd û zeviyên Kurdan ji wan dihat sitendin û bi erebkirin li navçeyên wan dihat kirin. Mûçeyên fermanberên Kurdistanê rast e ji Bexdayê dihat, lê di heman demê de, bi hezaran azadîxwazên Kurd di zindanên Iraqê de bûn. Mûçe ji Bexdayê dihat lê bi hezaran gundên Kurdistanê dihatin wêrankirin. Abûrî û çandiniya Kurdistanê dihat xerakirin. Baş e ew kesên ku dixwazin mûçeyên Kurdistanê bikeve destê Bexdayê, ji xwe napirsin, wê demê mûçe hebû lê çima gelê Kurd dihat qirkirin?.

Karesat e ku ew kesên sivik li Kurdistanê rê dibînin ku pilanan ji xwe re deynin Herêma Kurdistanê bêbask bikin û armanca wan ew be ku serweriya Kurdistanê binpê bikin. Kesek tune ye ji wan re bêje, pirsa gelê Kurd pirseke sed salî siyasî û dîrokî û cografî û destûrî û mirovî û pirsa hebûna gelekî ye. Di hindurê mirovê Kurd de xweteslîmkirin tune ye. Lê niha ku pirsa mûçeyê fermanberan derketiye, sedema vê pirsgirêkê ew e ku em ne xwedî serweriyeke temam in, ma çawa çêdibe ku nanê miletekî girêdayî be bi îmzaya kesekî nekurd û şofînî, ku dilê wî tije kerib be?.

Ew hewl metirsîdar in û divê aliyên siyasî ku baweriya wan bi statyoya Herêma Kurdistanê heye, demildest rêgiriyê bikin li xwegîvkirin û nezaniya wan kesan. Nabe bi hiceta hebûna nakokiyên siyasî yan zikreşiyên kevin û pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî de ew kesên ku hatine xapandin, bi prensîpên sereke yên xelkê Kurdistanê bilîzin.

Nakokiyên siyasî bila di navbera partiyên siyasî de hebin û ev yek tiştekî normal e, ji xwe nakokî dibin sedema geşekirina siyasî û bilindbûna hişyariya civakê. Lê mafê tu kesî tune ye ku bi hiceta riq û kîneyê li PDK û Hikûmeta Kurdistanê şeref û serweriya Kurdan bixe destê kesên nekurd.




Nûçeyên din

Polîsê Iraqê li Şingalê hemû alên PKK û Heşda Şeibî daxistin

SATURDAY, 28 NOVEMBER 2020 19:11:25

Şingal-KDP.info- Bi biryara Hikûmeta Iraqê tevahiya alên PKK û Heşda Şeibî û hemû hêzên din ên li Şingalê ji aliyê polîsê federal ve hatin daxistin.

 
Keç û jinên Êzdî yên ku rizgar bûne dê di hêza nû ya Şingalê de beşdar bibin

THURSDAY, 26 NOVEMBER 2020 19:11:24

Duhok-KDP.info- Parlemantera Kurdistanê Hediya Murad dibêje, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku keç û jinên Êzdî yên ku rizgar bûne, di hêza nû ya Şingalê de beşdar bibin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Emê kar bikin ji bo nehiştina tundiya li hember jinan

WEDNESDAY, 25 NOVEMBER 2020 22:11:52

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di roja cîhanî ya nehiştina tundiya li dijî jinan de peyamek belav kir û tekezî li ser berdewamiya piştgiriya li mafên wan û hewl û karê berdewam a ji bo nehiştina tundiya dijî jinan kir. Nêçîrvan Barzanî ragihand, “tundî, pirsa mafê mirov û tevahiya civakê ye, pêwîst e mêr roleke aktîvtir bibînin, beşeke mezin çareser bikin û rola wan di nehiştina tundiyê de hebe.”

Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgîriyên Fransa bo Kurdistanê kir

TUESDAY, 24 NOVEMBER 2020 23:11:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Fransa kir li ser piştgîriyên wê yên siyasî û leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê, herwiha destxweşî kir li destpêşxerî û projeya avakirina nexweşxaneyekê li Şingalê ji aliyê hinek rêxistinên nehikûmî yên Fransa û ragihand, Serokatiya Herêma Kurdistanê dê ligel Fransa û dostên din beşdar be di avakirina wê nexweşxaneyê de.

Li Rojava danustandinên Kurdî – Kurdî ji ber hilbijartinên Amerîka rawestiyane

TUESDAY, 24 NOVEMBER 2020 21:11:27

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê ENKSê Şelal Gedo dibêje, danustandinên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji ber hilbijartinên serokê Amerîka rawestiyane.



 
© 2020 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact