Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 12:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bêtirî 154 ton alîkariyên pizîşkî bi rêya Sêmalka çûne Rojavayê Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, xala sereke ya çûn û hatina welatiyên Rojavayê Kurdistanê ye û herwiha karê bazirganî di navbera herdû perçeyên Kurdistanê de tê kirin. Herwiha bi rêya wî derî rêxistinên mirovî alîkarî û pêwîstiyên mirovî û tendirûstî ji Herêma Kurdistanê dibin Rojava, bi taybetî jî piştî belavbûna vayrosa Koronayê, lê girtina wê derî ji ber belavbûna Koronayê, gelek astengî li pey xwe anîne.

Dr. Dîndar Zêbarî Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bersiva çend rêxistinên navdewletî de, ragihand: “Rojane hejmareke pir mezin ji welatiyan bi rêya deriyê Sêmalka ji Rojavayê Kurdistanê tên Herêma Kurdistanê û gelek vedigerin. Herwiha rêxistinên mirovî bi rêya wî derî alîkarî û pêwîstiyên mirovî dibin Rojavayê Kurdistanê. Ji bo vê yekê jî Hikûmeta Kurdistanê dibe alîkar. Lê niha ji ber belavbûna veyrosa Koronayê û ji 1ê 3ê 2020 ew derî ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ji bal Rêvebriya Xweser ve, hatiye girtin. Vê yekê jî astengî çêkiriye, nexasim ji bo gihandina alîkariyên pizîşkî û tendirûstî ji bo rûbirûbûna Koronayê.”

Zêbarî wiha got: “Girtina deriyê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê astengî ji rêxistinan re derxistiye, ku nema karin alîkariyan bighînin Rojavayê Kurdistanê û daxwaz dikin ku ew derî were vekirin, lewma Hikûmeta Kurdistanê û Rêveberiya Xweser biryar dan ku her hefteyê roja Sêşemê derî vekirî be ji bo şandina alîkariyên mirovî û pêwîstiyên tendirûstî û pizîşkî û kelûpelên xweparastinê û taqîgehên pişkinîna Koronayê.”

Dr. Dîndar Zêbarî amaje bi wan rêxistinan dike, ku alîkariyên pizîşkî gihandine Rojavayê Kurdistanê û dibêje: “Hejmarek rêxistinên mirovî navdewletî bi hevahengî ligel Hikûmeta Kurdistanê alîkariyên xwe gihandine Rojavayê Kurdistanê, ku ew alîkarî jî kelûpelên taqîgehan û pişkinîna Koronayê, wek derman û kelûpelên pizîşkî yên hewarçûna bilez, kelûpelên taqîgehan, pêwîstiyên paqijkirinê û alîkarî ji bo kal û pîran û kêmendaman. Ew jî ev in: Rêxistina MSF-Holland nêzîkî 50 ton derman. Rêxistina Pizîşkên Bêsînor a Holandî nêzîkî 48 ton. Rêxistina MSF – Switzerland 1 ton. Rêxistina UPP Italian Organisation bêtirî 5 tonan. Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî IRC Organization bêtirî 9 tonan. Rêxistina Barkopharma Company bêtirî 11 tonan. Kompaniya Word Wayd bêtirî 12 tonan. Rêxistina Mîntorî ya Brîtanî 357 kîlo û 50 trompa. Rêxistina Behir nêzîkî 3 tonan. Rêxistina MDM bêtirî 2 tonan. Kompaniya American Power Gate nêzîkî tonekê. Bi giştî 154 ton kelûpel û alîkariyên pizîşkî ji aliyê wan rêxistinan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.”

Derbarê asankariyên Hikûmeta Kurdistanê di şandina wan alîkariyan bo Rojavayê Kurdistanê, Zêbarî ragihand: “Niha kirîzek li hemû cîhanê heye ku kirîza peydakirina kelûpel û pêdviyên pizîşkî yên Koronayê ye û ev kirîz li Herêma Kurdistanê jî heye. Herwiha Hikûmeta Kurdistanê jî rênmayên taybet derxistiye, lê dîsa jî Hikûmeta Kurdistanê ti rêgirî nekiriye li rêxistinên navdewletî ku wan kelûpelan bişînin Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê alîkariya wan kiriye di vî warî de û herwiha di wî karî de ti bac û pere ji wan nestendiye li ser şandina wan alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact