Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 02:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Biryara referandumê cihê şanaziyê ye û em jê poşman nebûne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî di salvegera biryara Referanduma Başûrê Kurdistanê de ragihand, “Ev biryar destkefteke giranbiha bû ji bo hemû welatiyên Kurdistanê û şanazî ye jî ji bo wan hemû partiyên ku beşdar bûn di derxistina vê biryarê de û em jê poşman nebûne.”

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro bîranîn û salvegera rojeke dîrokî ye di jiyana siyasî ya gelê Kurdistanê de.

Di 7ê Hezîrana 2017an de partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi komdengiyê biryar li ser referandumê dan, ji bo ku gelê Kurdistanê bikaribe bi rêyeke aştiyane deng û daxwaza xwe bighîne cîhanê.

Ev biryar destkefteke giranbiha bû ji bo hemû welatiyên Kurdistanê û şanazî ye jî ji bo wan hemû aliyên ku beşdar bûn di derxistina vê biryarê de û em jê poşman nebûne.

Di vê bîranînê de pêzanînên min ji bo rol û keda hemû têkoşer û azadîxwaz û niştimanperwerên Kurdistanê heye û hezaran silav li canê pakê şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Mesûd Barzanî
07.06.2020”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact