Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê dibêje, ew kes û aliyên ku bangeşe dikin ku Korona li Herêma Kurdistanê tune ye, dê werin cezakirin.
Dadwer Piştîwan Simko Berdevkê Serokatiya Dozgeriya Giştî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her kesek beruvajî rêkarên xweparêziyê ji Vayrosa Koronayê biaxive, yan bangeşeyê bike û bêje Korona nîne dê were cezakirin.”
Simko wiha got: “Cazakirin jî dê bi riya dana çend milyon dînar û girtinê be jî.”