Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 14 JUL 2025 21:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bersivek bo Cemîl Bayik û hevfikrên wî…
| KDP.info


Tenya Kurdî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, di daxuyaniyeke bi gumanî de, ji bernameyeke televîzyona Stêrk de, derbarê Kampa Mexmûrê û Zîna Wertê de, ku xuya ye wek carên berê tengav bûye, bo çend gotinên istîxbaratî û gotinên xwedî çavkaniyên pêşwext diyar de, dixwaze xebata xwe ya sexte li Qendîlê li pişt dijayetiya PDK û gelê Kurdistanê veşêre. Lê em ji Bayik re dibêjin, şermezarî ew e ku mirov ji cihê xebata xwe bireve û hewla dagîrkirina perçeyeke rizgarkirî bide.

Şermezarî ew e ku Herêma Kurdistanê bi hemû hêsankariyekê û bi xizmetkirina ji dezgehên xwe, deriyê xwe ji penaberên Mexmûrê re vekiribû, lê hûn dihatin û we ev alîkarî bikar tanî ji bo encamdana karên terorîstî li Hewlêrê.

Şermezarî ew e, ku we xwe di nava istîxbaratên welatên navçeyê de li Qendîlê veşartibe, û dema ku gelê Kurd bixwaze destkeftên bêtir bidestve bîne, hûn di cih de bên xwe bixin çeperên pêşî ji bo xerakirinê û derxistina astengiyan, ew jî wek çawa we pêvajoya aştiyê li Tirkiyê jinav bir. Li Bakurê Kurdistanê Kurd bi xebata sivîl nêzîkî bibûn ku bighên encamên girîng, lê we ew ezmûn û prose jinav bir. Niha jî raya giştî ya Bakurê Kurdistanê nas kiriye ku çima we ew kar kir. Ne gunehê PDKê ye ku xelkê Kurdistanê rûyê we yê rastî dîtiye û nas kiriye.

Şermezarî ew e, ku hûn artêşên navçeyê dikşînin nava axa Herêma Kurdistanê, lê heya niha we nikariye tenê li yek gundê Bakurê Kurdistanê rewatiyeke yasayî bi xebatê yan her destkefteke medenî bidest bînin.

Herêma Kurdistanê ne cihê hevrikiya istîxbarata dewletan e, ku hûn hertim dixwazin aramiya xelkê Kurdistanê xerab bibe. Hûn in yên ku bi nerewa zarokên Kurdan revandine û bi kuştin dane.

Derbarê nexweşiya Korona jî, ew yek xuya ye ku Korona şewbeke cîhanî ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ewqasî rihê xelkê Kurdistanê li cem wê girîng e, lewma bi hemû karîna xwe şerê Korona kir ji aliyê tendirûstî û belê ji aliyê siyasî jî, da ku hinek alî nikaribin di dema Koronayê de bên û karên terorîstî bikin, yan bi qaçaxî bên û veyrosê bînin nava xelkê Herêma Kurdistanê. Ev jî erkê Hikûmeta Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ye ku ax û xelkê Kurdistanê biparêzin..

Hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya rewatiya yasayî de û di nava rêkarên tendirûstiyê yên Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî de, xelkê Kurdistanê ji Korona û ji terorîstên wek DAIŞê, û ji îrhaba fikrî ya ku çavkaniya wê xuya ye, xelkê xwe diparêze. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê alîkariyên tendirûstî û mirovî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re şand, ew jî ji bo şerê li dijî Korona.

Derbarê Zîna Wertê jî, ku ev şîna we hemû ji bo wê ye, belê Hikûmeta Kurdistanê xwedî Pêşmerge ye û mafê wê ye Pêşmerge bişîne cihê ku bixwaze li Herêma Kurdistanê, eger pêwîst be ax û xelkê Qendîlê jî biparêze. Hûn jî ku roj li pey roj dikevin nava paşvekêşanên hizrî û siyasî de, ev ne gunehê PDKê ye, lê belê ew ji ber nebûna pirensîpekê ye li cem we, ku ti baweriya we bi pirsa Kurdistan û serxwebûnê nayê. Ev e şermezarî, lewma ku hûn nexwedî pirs in, ev sirûşta we ye, lê xweska qet hûn nebana sebeb ku axa Herêma Kurdistanê û sînorên wê ji ber we rastî êrîşên welatên navçeyê û topbaran û bobebarana wan dibin û aramiya wan navçeyan jinav diçe.

 




Nûçeyên din

PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact