Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:29 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Em yekê nakin sifir
| KDP.info


Aryan Ferec

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dema got, “yên dixwazin Herêma Kurdistanê bikin dû rêveberê, bila zanibin ku dû rêveberî dê me bike sifir rêveberî”, vê peyama Nêçîrvan Barzanî hêviyeke xweş da xelkê Kurdistanê. Ev peyam di dema xwe de hat. Ligel vê rewşa dijwar û hebûna dilgiraniyan li hemberî pêşhateyên ku ne dema wan e, dihat xwestin ku Serokatiya Herêma Kurdistanê peyameke aramkirinê bide.

Gotina “sifir rêveberî” (yan bi wateya nemana rêveberiya Herêma Kurdistanê) ku yekem car e di edebyata siyasî ya Kurdistanê de tê gotin, ku Serokê Herêma Kurdistanê amaje pê kir û cihê balpêşanê bû. Renge ev gotin (sifir rêveberî) kurtirîn û hurtirîn gotina nû be ku di nava wê malwêraniyê de ya ku di hindurê wan kesên ku banga xwekujiya dû rêveberiyê dikin, xwe veşartiye.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji me re nîşan da ku dû rêveberî nayê wateya perçebûna siyasî û hikûmranî ya Herêma Kurdistanê, lê belê tê wateya nemana Herêma Kurdistanê bi temamî. Tê wateya bidawîhatina yek rêveberiya me û daketina ber bi (sifir û hîç) û tunebûna rêveberiya Herêma Kurdistanê.

Eger (sifir) xala (nebûnê) be û destpêka pirsgirêkan û rêya dijwar û tije qurbanî be ber bi (hebûnê) ve, divê em zanibin ku vegera ji (hebûnê) ber bi (nebûnê) ve yan ji (yekê) ve ber bi (sifir) ve, jibilî xwekujiyê û dûbare bi qurbanîkirina qurbaniyan, jibilî pûçbûnê û karekî bêwqlî, jibilî wêrankirina mala xwe bi destê xwe, ne tiştekî din e.

Di vê rewşa sext û dijwar a li navçeyê heye, hemû hêzên Kurdistanî pêkve û bi zehmetî û bi azar û êşeke mezin (yek)ek in, perçebûna wê yekê dê ne tenê (yeka) me bike sifir, lê belê dê me herdû aliyan bike dû sifrên bê hebûn di nava xelkê de.

Serok û Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber erkê wan ê parastina yekîtiya axa Herêma Kurdistanê û yekîtiya hikûmraniya Herêma Kurdistanê, garentî ne ji berjewendiyên bilind ên Kurdistanê re, û bi hikmet û daxwaz û aramiya siyasî dê karibin îdareya nakokiyan bikin û nehêlin aliyê siyasî ji wan armancên niştimanî dûr bikevin. Lê ew erkê pîroz pêwîstiya wê bi hevahemgiya ligek serokatiyê heye û dûtketin ji her bangeşeya şûm a dû rêvebriyê, vêca bi her hincetekê be ew bangeşe.

Hoşyariya netewî û niştimanî ji xelkê Kurdistanê dixwaze ku di zihniyeta her her yekî ji me de (2 rêvebrî = 0 rêveberî) ye.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact