Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 17 APR 2024 02:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK: Dema Pêşmergeyên Roj Kurdistan diparastin xelkên din axa welat difirotin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Derbarê wî xortê ku li Lîbyayê ji aliyê hêzên Xelîfe Hefter ve hatiye girtin, Çavkaniyekê ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Ew kesê li Lîbyayê hatiye girtin, bi awayekî ku cihê gumanê ye, nasnameyeke sexte jê re hatiye çêkirin, lê ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ve ti têkeliya wî kesî bi Partiya Demokrata Kurdistanê û Leşkerê Roj ve nîne.”

Naveroka daxuyaniya PDKê wiha ye:

“Têkildarî girtina kesekî kirêgirtî li Lîbyayê, ku dema çend rojan e hejmarek malper û medyayên Kurdî, kampîneke nerewa ji bo lekedarkirina PDKê û Leşkerê Roj ê qehreman bikar tînin, em ji hemû aliyan re radigihînin ku;

Yekem: Ew kesê li Lîbyayê hatiye girtin û bi şêweyekî cihê gumanê nasname jê re hatiye saxtekirin, ne dûr û ne nêzîk ti têkiliya wî bi Partiya Demokrata Kurdistanê û Leşkerê Roj ve nîne û ti caran tenê bo xûlekekê jî Pêşmerge nebûye.

Duyem: Ew şer û wêrankariya li Lîbyayê rû dide, encama milmilaniya navdewletî ye û ti pêwendiya wê bi armanc û siyasetên Partiya Demokrata Kurdistanê ve nîne. Rûreşî ye ku bo lekedarkirina navê Pêşmerge û PDKê tiştek were bikaranîn ku di bingeh de ti têkilya wê bi Kurdan ve nîne. Ew yek nîşaneya şikesta siyasî û exlaqî û fikrî ye.

Sêyem: Eger propagandayên derbarê wî kesî de rast bin jî û ew kes Pêşmerge bûbe (ku ti bingeha wê yekê tine ye), hemû alî gelek baş dizanin ku di dîroka şoreşên Kurd de çêbûye ku hin kes di nava şoreşê de bûne, lê belê nepakî (xiyanet) kirine û ji rêzên sores û Pêşmerge çûne nav rêzên dijmin.

Çarem: Ew kesê ji bo pere bûye kirêgirtî li Lîbyayê, karekî kirêt kiriye, lê belê li gel wê yekê kî nepakiya wî bi ti awayekî li gel nepakiya firotina ax û xelkê nayê ber hev, ku hinek grûp û alî fêrî wê yekê bûne û dixwazin bi mezinkirina mijara kirêgirtiyê li Lîbyayê, pirêzeya xwe paqij bikin.

Pêncem: Eger mebest ji wê kampînê û lekedarkirina Pêşmerge, mijûlkirina xelkê be, jibo ku tawan û nepakiyên wan alî û grûpan were veşartin, bila hemû kes piştrast bin, ku bi wan gotegotan, neheqî û xapînokan, tawan û nepakî ti caran winda nabin û nayên jibîrkirin.

Şeşem: Leşkerê Roj ê qehreman di şerê li dijî terorîstan de bi dehan şehîd dane, bi qehremanî berevanî di ber axa Kurdistanê de kirine, dema ku qehremanên Leşkerê Roj li Pirdê û Sihêla beşdar bûn di têkbirina dijmin de, xelkên din xak difirotin û kirêgirtiyên dijmin bûn.

Heftem: Rastî dê bo hemû aliyan aşkere bibin û wek her car dê rûreşî bo kesên çewaşekar bimîne.




Nûçeyên din

Serok Barzanî Sersala Êzdiyan pîroz kir

TUESDAY, 16 APRIL 2024 22:04:54

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand, “Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen ê gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşiyan de em hemû hevpar in.”

Balyozê Fransa: Em her hevsoz û piştevanê gelê Kurdistanê ne û pêwîst e mafên Kurdistanê bêne parastin

TUESDAY, 16 APRIL 2024 21:04:51

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 16ê Nîsana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

 

Nêçîrvan Barzanî: Sersala Êzdiyan pîroz be

TUESDAY, 16 APRIL 2024 21:04:20

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê sersala Êzdiyan li hemû xuşk û birayên me yên Êzdî û hevwelatiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim.

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

TUESDAY, 16 APRIL 2024 19:04:00

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 16.04.2024ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Thomas Siller Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî: Kîmyabarankirina ser Kurdistanê rûpeleke reş e di dîroka tawanbarên wê de û nîşana zilma li ser gelê me

TUESDAY, 16 APRIL 2024 19:04:49

Hewlêr-KDP.info- Îro 16ê Nîsanê di bîranîna (37) salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wasanan û Geliyê Xoşnawetiyê da, nemirî ji bo giyanê pakê şehîdan û silav li kesûkar û malbatên wan yên serbilind û hemû qurbanî û lêqewmiyên tawanên rejîma berê ya Iraqê bin. Em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact