Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, ev jî deqa wê ye:
“Bi fermana rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê budceyeke taybet bo rêveberî û pişka tenduristiya qezaya Derbendîxan hat terxankirin jibo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor şiyanên xwe alîkariya wan qeza, nahye û rêveberiyên serbixwe dike ku rêjeya belavbûna Vayrosa Koronayê li navçeyên wan zêdetir e ji navçeyên din ên Herêmê.
Li vir, em tekziyê li ser giringiya pabendbûna hevwelatiyan dikin bi rênimayên tenduristiyê, bi taybetî mana di malan de, ku sereketirîn çareser e bo rêgirtinê ji zêde belavbûna vê şewbê.
Cotyar Adil
Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê
24/3/2020”