Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 23:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Raperîna 1991ê daxwaza gelê Kurdistanê bû ji bo jiyaneke azad û serfiraz
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê serkevtina Raperînê weke berhema xebat û qurbanîdana Hêza Pêşmerge, rola gel, yekitî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyan û hemû xelkê Kurdistanê bi nav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera raperîna Başurê Kurdistanê ya sala 1991an peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye;

“Cemawerê serbilind û xweragiriya Kurdistanê

Bi helkefta bîst û nehemîn salvegera raperîna bi rûmet ya Adara 1991, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyan li navxwe û derveyê Kurdistanê dikim.

Raperîn ku yek ji serweriyên mezin ên dîroka gelê me ye, derbirîna bawerî û daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo jiyaneke azad û serfirazane û retkirina sîtem û zordariyê bû. Ked û xebat û qurbanîdana hêzên Pêşmerge û gedeyên gel û yekîtî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhatan û hemû xelkê Kurdistanê bû. Parastina destkeftan jî, erk û berpirsiyariya hemû aliyan û pêkhat û hemû take kesekî Kurdistane û wefadariyane ji bo giyanê pakê şehîdên me yên qehreman û hemû qurbaniyên rêya rizgariya meye.

Kurdistaniyên ezîz!

Giyanê xweragirî û berxwedana we ji bilî wê yekê ku we lêborîniyê li raperînê da nîşanda, heman ew kultûra mirovdostaneye ku îlhambexş û nexşerêya hemû berxwedan û şoreşên Kurdistanê bi raperînê ve jî bûye. Xebata we, herdem hilgirê bawerî û nerît û biha û cîhanbîniyekî bilind bûye ku hêjayî ewene nifş bi nifşa vî gelî, şanaziyê pêve bikin. Ewe raperîn û daxwaza we bû xûyakir ku zehmete hîç zebir û zeng û serkutkariyek bikarê rûmet û daxwaza gelê Kurdistanê ji bo jiyanekî serfirazane û armancên wê yên niştimanî bişkîne.

Kurdistaniyên xwedivî!

Raperîn belgeya zîndî ya wê rastiyê ye ku yekrêzî û tebayî ya di navbera aliyan û pêkhatên Kurdistanê û aştevayî ya navxweyî, herdem gelê me berev serkeftin û serfiraziya zêdetir ve biriye. Ji bo wê yekê ji bo pêkanîna hemû armancên me yên niştimanî û mîsogerkirina jiyanekî hêja bi xebat û qurbaniyên gelê me û paşarojeke geştir ji bo nifşa me, divê hewla hemû aliyan û pêkhatan û her take kesekî Kurdistanê li xizmeta zêdetir bi hêzkirina giyanê tebayî û bingehên pêkvejiyanê û lêborîn û aştîxwaziyê da bê.

Bila bîranîna raperînê û îradeya me, ûze û enerjiya zêdetir ji bo yekrêzî û tebayî û xizmetkirina gel û welat bibexşê.

Bilind û bi rûmet bê salvegera raperîna mezina adara 1991.

Silav ji bo giyanê pakê şehîdên raperîn û hemû şehîdên Kurdistanê.”




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact