Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 7 JUL 2025 00:46 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Partiyên Kurdistanî li Bexdayê: Me bi yekîtiya xwe nameyeke bihêz da hindur û dervey Iraqê
| KDP.info


Bexda-KDP.info- Frakisyonên Kurdistanê di Parlemantoya Iraqê de dibêjin, di vê qonaxa niha de em rijd in li ser parastina yekrêzî û yekdengiya xwe ji bo berjewendiyên bilind ên Kurdistanê û ev yekhelwêstiya partiyên Kurdistanî nameyeke bihêz daye hindur û dervey Iraqê.

Frakisyona PDKê

Seroka Frakisyona PDKê di Parlemantoya Iraqê de Viyan Sebrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serokê frakisyonên Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan û em hemû yeknerîn bûn ku em li Iraqê yekdeng û yekbiryar bin di vê rewşa niha ya Iraqê de, ew jî ji bo berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê. Pir girîng e em bi yekhelwêst û yek pilan kar bikin û hevpeymaniyeke Kurdistanî hebe û em yek bin li ser pirsên li Bexdayê. Serokê Herêma Kurdistanê jî roleke girîng dît di vê yekrêzî û yekgotariya di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê de.”

Frakisyona YNKê

Her derbarî yekrêziya partiyên Kurdistanî li Bexdayê, Ciwan Îhsan Seroka Frakisyona YNKê jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di vê qonaxa niha de ku rewşeke hestiyar li Iraq û navçeyê heye, yekdengî û yekrêziya Kurdan li Bexdayê pir girîng e û nexasim li Bexdayê pêwîst e Kurd berdewam bin li ser yekdengiya xwe, ji ber ku bûyer û pêşhatên Iraqê cuda ne ji rewşa Herêma Kurdistanê. Piraniya partiyên Kurdistanê rijd in ku di vê qonaxê de em yekrêzî û yekdengiya xwe biparêzin.”

Frakisyona Komela Îslamî ya Kurdistanê

Serokê Frakisyona Komal Selîm Şuşkeyê ji derbarê vê mijarê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û serdana Mihemed Elawî kirin. Kurd heya niha wek yek tîm beşdar in di gotûbêjên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de, ev yek jî hêzeke mezin dide Kurdan û dê destkeftên baştir bidest me werin bi vê yekîtiyê û herwiha em wisa hêsantir dikarin daxwaza mafên Herêma Kurdistanê bikin û wan mafan bidestve bînin. Me bi vê yekhelwêstiya xwe pêngaveke girîng avêtiye û ev yek nameyeke bihêz e bo hindur û dervey Iraqê. Li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî em ligel serokwezîrê ku hatiye erikdarkirin bi avakirina hikûmeta nû ya Iraqê Elawî civiyan û me behsa wan mijaran kir ên ku girêdayî Herêma Kurdistanê ne.”

Frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Ji aliyê xwe ve, Serokê Frakisyona Yekgirtû Cemal Koçer ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Kurdistanê em bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan û me biryar da ku em yekhelwêst û yekgotar û yekrêz bin û niha dema em serdana berpirsên Iraqê dikin em bi yek gotin diaxivin. Pir girîng e ku em yek in û em bi yekîtî gotina xwe didin Bexdayê.”

Frakisyona Tevgera Goran

Behar Mehmûd Fetah Parlemantera Goran di parlemantoya Iraqê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Berê jî û niha jî yekrêzî û yekhelwêstiya Kurdan li Bexdayê pir girîng e ji Kurdistanê re û partiyên Kurdistanî dema ku dûrî hev dikevin ziyanê dibînin. Piştî civîna me bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, Nêçîrvan Barzanî em piştrast kirin ku ev civîn dê destpêkek be ji bo yekdengî û yekhelwêstiya partiyên Kurdistanê û dê ev yek pêngava yekem be ji bo bidestveanîna mafên destûrî û pirsên niştimanî û netewî li Bexdayê.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact