Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 1 APR 2020 19:03 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serokwezîrê Vatîkanê: Em piştgîriyê li Herêma Kurdistanê dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18. 02. 2020an bi Serokwezîrê Vatîkanê Kardinal Pietro Parolin re civiya û di wê civînê de Serokwezîrê Vatîkanê got ku ew piştgîriyê li Herêma Kurdistanê dikin û dixwazin pêwendiyên xwe ligel wê bihêz bikin.

Di civînê de guftûgo derbarê rewşa niha û dawî pêşhatên Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Vatîkan û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kurteyek derbarê ezmûna Herêma Kurdistanê di warê pêkvejiyana olî û netewî û hewlên bo kûrkirina kulturî hevqebûlkirin, aştî û tebayîya gelan pêşkêş kir.

Herwiha behsa wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê wek herêmeke aram li navçeyeke aloz, bûye penageha parastin û vehewandina bi sedan hezar penaber û koçberên navxweyî û derûberê, ji nava wan jî Kirîstiyanî, ku ji ber rewşa aloz û gefên teroristan, cih û malên xwe hîştine, herwiha hemû mafên olî û netewî û xizmetguzariya jiyanê li Herêma Kurdistanê ji wan re peyda bûne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi karnemaya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku bi berfirehî kar ji bo baştirkirina jiyan û guzariyên hevniştimaniyan, geşepêdanê di sektorên cuda de û ewlehî û aramî li navçeyê dike.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Vatîkanê piştgîriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dupat kir û daxwaza xwe bo kûrkirina pêwendiyên Vatîkanê û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîrê Vatîkanê, rola gelê Kurdistanê di şerê li dijî terorê û parastina tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bilind nirxand û silav û rêza wî ya taybet ji Serok Barzanî re hebû. Herwiha Pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, li hember wê rola mirovî di pêkvejiyana aştiyane û girîngîdana bi hemû pêkhateyên olî û netewî yên navçeyê û bi hevbeşiya hemûyan û ligel cudawaziya bîr û bawerî û olan peyrew dike û nimûneyeke ciwan a buhayên bilind ên mirovatiyê nîşan dide. 




Nûçeyên din

Donald Trump Cejna Newrozê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

THURSDAY, 26 MARCH 2020 20:03:49

Hewlêr-KDP.info- Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta Cejna Newrozê nameyeke pîrozbahiyê ji birêz Donald Trump Serokê Amerîka ve gihîşt destê wî, ku ev jî naveroka wê nameyê ye:

Hikumeta Kurdistanê li dijî Koronayê budceyeke taybet bo Derbendîxan diyar kir

TUESDAY, 24 MARCH 2020 23:03:19

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, ev jî deqa wê ye:

Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Gencîneya Amerîka behsa pêngavên Kurdistanê li dijî Koronayê kirin

TUESDAY, 24 MARCH 2020 23:03:15

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Gencîneya Amerîkayê peywendiyeke telefonî encam dan.

Mesrûr Barzanî: Kesên rênimayan binpê bikin dê bi tundî bêne cezakirin

SUNDAY, 22 MARCH 2020 13:03:17

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hişyarî da wan kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember metirsiya belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê û dibêje ku kî rênimayên di çarçoveya rûbirûbûna Covid-19ê de binpê bike dê bi tundî were cezakirin.

 
Nêçîrvan Barzanî Newroz pîroz kir: Em dê vê qonaxê jî derbas bikin û biserkevin

FRIDAY, 20 MARCH 2020 15:03:57

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û Kurdistaniyan pîroz kir û daxwaz ji gel kir, ku ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê li malên xwe bimînin.



 
© 2020 Kurdistan Democratic Party, KDP