Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 18/2/2020 Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Roma li gel Cozêpê Kontê Serokwezîrê Îtalya civiya.
Di civînê de, gotbêj derbarê pêşxistina peywendîyên di navebra Îtaiya û Herêma Kurdistanê û guhertinê Îraqê û daverê kirin.
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê sipasiya Îtalay kir bo piştîvaniya wê ya bihêz di şerê li dijî DAIŞê de û li ser rahênana Hêzên Pêşmerge. Mesrûr Barzanî herweha amaje bi hewlên Hikumeta Herêma Kurdistanê kir bo bihêzkirina ezmûna bi hev re jiyana olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Kurdistanê behsa karnameya kabîneya nehem û asankariyên kabîneyê bo piroseya weberhînanê, hêvî jî kir ku weberhînana Îtalya li Kurdistanê geşe bibe.
Serokwezîrê Îtalya amadehiya welatê xwe nîşan da bo berdewamkirina hevahengiyê û piştîvanîkirina Pêşmerge û artêşa Iraqê bo rûbirûbûna DAIŞê. Herweha tekez li ser dostîniya Îtalya û bihêzkirina peywendîyan li gel Herêma Kurdistanê kir bi taybetî di warê bihêzkirin û weberhînana Îtaliya li Herêma Kurdistanê.