Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 22:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Parêzgarên Iraqê daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku rolekê bibîne di çareserkirina rewşa Iraqê de
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ji 15 Parêzgarên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rolekê bibîne di çareserkirina pirsgirêkên Iraqê de.

Îro Çarşem 12.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ji Parêzgar û Cîgirên Parêzgarên Parêzgehên (Nînowa, Kerkûk, Bexda, Enbar, Dîwaniye, Zîqar, Selaheddîn, Wast, Mîsan, Necef, Kerbela, Besra, Diyalî, Musenna û Hewlêrê) kir.

Di hevdîtinê de ku Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dr. Sebah El Dilêmî Wezîrê Pilandanana Iraqê amade bûn, şanda mêhvan pêzanînên xwe ji bo aramî û geşbûn û pêşketinên Herêma Kurdistanê hebû û daxwaz kirin ku ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê ji bo parêzgehên din ên Iraqê jî bê veguhestin.

Herwiha spasî gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku di dema êrîşa terorîstan û di rojên dijwar de bûne cihji bo bi sedan hezar koçberên Iraqê.

Şanda mêvan pesnê rola dîrokî ya Serok Barzanî dan û ji bilî wê yekê behsa qeyrana niha ya Iraqê kirin û daxwaz kirin ku Serok Barzanî roleke xwe ya bi bandor di çareserkirina kêşeyên Iraqê û vegerandina aramî û hêviya Iraqê de bibîne.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyên civiyê kir û dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê zelal kir û behsa wan sedeman kir ku qeyran û kêşeyên niha yên Iraqê jê peyda bûne.

Serok Barzanî jibilî ku behsa ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê kir, ragihand ku eger li Iraqê lihevkirina rastîn bihata cîbicîkirin û hemû aliyek pêbendî destûrbana, niha Iraq di rewşeke baştir de bû.

Di dirêjahiya axaftinên xwe de Serok Barzanî tekez li ser çanda lêborînê û pêkvejiyana di navbera pêkhatên Iraqê de kir û di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê piştevaniya xwe ya tevahî ji bo pêşxistina wan peywendiyan û karê hevbeş di warê geşepêdan û avadankirina wan de, ragihand.




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact