Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 3 JUL 2025 08:55 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Parlemantoya Kurdistanê bierebkirina Kerkûkê û serhildana DAIŞê gihandiye destê NY
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Ciwan Yûnis Rojbeyanî Seroka Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên Dervey Îdareya Herêma Kurdistanê di Parlemantoya Kurdistanê de, dibêje, Parlemantoya Kurdistanê rapora xwe li ser rewşa navçeyên Kurdistanî yên benda 140 daye destê Neteweyên Yekbûyî û konsulxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê, ku tê de amaje bi erebkirina Kerkûkê û serhildana DAIŞê li wan navçeyan tê kirin.

Ciwan Yûnis Rojbeyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di rapora xwe de, jibilî ku me behsa proseya bi erebkirin û dagîrkirina zevî û erdê Kurdan li Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî kiriye, herwiha me behsa serhildana DAIŞê û metirsiyên wê li ser navçeyê jî kiriye. Di raporê de tê daxwazkirin ku Hêzên Pêşmerge vegerin wan navçeyên Kurdistanî, ji ber ku hêzên Iraqê nikarin navçeyê biparêzin, lewma jî DAIŞ li wan navçeyan derdikeve.”

Rojbeyanî wiha got: “Me rapora xwe da destê Neteweyên Yekbûyî û konsulxaneyên welatan li Hewlêrê û niha em li hêviya bersiva wan e. Ji ber xerabiya rewşa Iraqê, niha gotûbêjên me bi Bexdayê re rawestane û em li hêviya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ne, da ku em dîsa dest bi danûstandinan bikin û em daxwaz bikin ku rewşa Kerkûkê baş bibe.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact