Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 3 JUL 2025 05:37 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê: Pêgeha Kurdistanê li navçeyê bihêz e
| KDP.info


Silêmanî-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad dibêje, Herêma Kurdistanê niha li ser asta navçeyê û Iraqê jî bihêz e û xwedî roleke mezin e û Iraq jî wê yekê dizane ku bê Herêma Kurdistanê nikarin hikûmeteke bihêz li Bexdayê ava bikin.

Dr. Beşîr Hedad ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha nêzîkbûnek di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de heye û lihevkirin di navbera wan de tên kirin. Pêwîst e hemû mafên Kurdan li Iraqê parastî bin. Gerek Iraq jî zanibe ku xerakirina pêwendî û têkeliyên di navbera Iraq û Kurdistanê de ne di berjewendiya Bexdayê de ne. Her serokwezîrek bixwaze hikûmeteke bihêz ava bike, divê kar bike ku pêwendiyeke baş bi Herêma Kurdistanê re çêbike. Çiqasî pêwîstiya Kurdistanê bi Bexdayê hebe, zêdetir pêwîstiya Bexdayê bi Herêma Kurdistanê heye, ku pêwendiyeke baş û bi dostanî bi Herêma Kurdistanê re li ser bingeha destûr deynin.”

Derbarê rewşa navçeyên Kurdistanî yên benda 140, Dr. Beşîr Hedad wiha got: “Beriya demekê, pêkhateyên Kerkûkê li Bexdayê hejmareke civîn di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de kirin û ew civîn bi encamên baş derketin, lê ji ber ku rewşa Iraqê xerabû û xwepêşandanan dest pê kir, ew civîn rawestiyan û rêkeftina dawî ya siyasî nehat kirin, ku Pêşmerge vegerin navçeyên Kurdistanî yên benda 140. Tevî ku Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî biryar dabû ku hêzên Iraqê ji wan navçeyan vekşin û hinek ji hêzên Heşda Şeibî jî ji wir vekişiyan û kêm mabû ku Hêzên Pêşmerge li wir bicîh bibana û ligel hêzên Iraqê bi parastina navçeyê rabana, ji ber ku ji Hikûmeta Iraqê re jî eşkere bibû ku hêzên Iraqê nikarin bi tenê parastina wê navçeyê bikin, wek me dît çawa Pêşmerge ne li wan navçeyan e û DAIŞ dîsa serî hildaye û karê terorîstî li wan navçeyan tê kirin û xelkê wan navçeyan, jibilî Kurdan, Turkamn jî daxwaz bikin Pêşmerge vegerin navçeyê ji bo ku asayiş û ewlehî bicîh bibe.”

Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad dibêje, Herêma Kurdistanê niha li ser asta navçeyê û Iraqê jî bihêz e û xwedî roleke mezin e û Iraq jî wê yekê dizane ku bê Herêma Kurdistanê nikarin hikûmeteke bihêz li Bexdayê ava bikin. Herwiha Iraq dibîne çawa şandên welatan serdana Hewlêrê dikin û piştrast dibin ku welatên mezin tenê axaftina Bexdayê nabin û nerîn û axaftina Kurdistanê jî dibin û her konfranseke navdewletî çêdibe Kurdistan tê de beşdar dibe. Bexda dizane ku ew nikarin pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê jê bistînin ji ber ku karê xwe bi destûrî dike û hebûna xwe li Iraqê feriz kiriye.”

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact