Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Li Davosê.. Herêmek di nava dewletan de
| KDP.info


Aryan Ferec

Herêmek ji navnîşana xwe ya yasayî mezintir, tekane devereke cugrafî bê ku dewlet be, îrade û dûrbînî û siyaseta wê ya abûrî ya rast û dirist, ew xistiye ser nexşeya enerjiya cîhanê, herêmek ku kariye bi derfetên kêm, van hemû dijayetî û astengiyan, geş bibe û pêş bikeve û bala dunyayê bikşîne, ku di nava çavkaniya berhemanîna tundrewan de be, lê belê ne tenê kesê tundrew nikare tê de serê xwe bilind bike, lê belê ev herêm bûye çepera yekem ya dijayetiya terorê, serokê wê jî di şerê şikandina efsaneya DAIŞê de, pêşnergeyekî meydana şer bû.

Herêmek di nava derdoreke genî û tije zikreşî û tolhildan, derdoreke bêewle û bêaman û herdewm di nava kirîz û qeyranan de, ku lêborîn û lihevkirin û bihevrejiyan kiltûra wê be. Li temamî Rojhilata Navîn tekane navçe be ku hemû mezhebên ku şerê hev dikin û olên nakok, berê xwe didinê û xwe davêjênê û niha bi milyonan koçberên wan ji şer revyane û xwe avêtine bexê vê herêmê.

Herêmek e ku bikaribe di nava agirbaranê de, nimeta ewlehiyê bi astekî peyda bike, ku ne tenê xelkê wê, lê belê mêvan, dîplomatkar û veberhênerên welatan jî ji her herçar aliyên dunyayê berê xwe didinê û bi xweşî parastî ne.

Herêmek e ku li navçeyekê ye ku qeyrana rêveberiyan, nemana baweriyê di navbera miletan û hikûmetan de be, û ew xwedî aramiya siyasî be, ew jî bi yekîtiya hindurê Kurdistanê û bi çaksaziyan û edaletxwaziyê pêngavan ber bi rêveberiyeke serkeftî davêje.

Herêmek e ku di rewşeke pir baş ji demokrasiyê destê xwe davêje azadiyê û bingehên siyasetê û nirxên hevçerx ên nerim, ku di nava derdoreke wêran de ye, ku di nava mirin û jiyanê de, jiyan hilbijartiye.

Herêmek e ku kariye hevsengiya xwe di nava hevrikî û milmilaniyên navçeyê de, biparêze. Di nava şer de wê rêya bi eqil û aramî jidest nedaye. Rêya kêmbûna pirsgirêkan û dûrketin ji şer hilbijartiye. Hêviya wê berdewamiya Hevpeymaniya welatên navçeyê û welatên navdewletî ye, ya ku li dijî DAIŞê. Heriwha di nava dost û cêran û hevpeymanan de fakter e ji bo jihevtêgiheştinê. Kar dike ku miletê wê û miletên Iraq û navçeyê yên ku karesat dîtine, bi agirê şer neşewitin û axa wan nebe meydana şerê welatan.

Herêmek bi van peyam û nerînan be, ku xwedî ezmûneke serkeftî be di nava navçeyeke tije şikestin de, herêmek be ku nebeşek be ji kêşe û wêraniyên navçeyê, dikare lîstikvaneke bi bandor be ji bo çareseriyê, loma jî di her korbend û her konferanseke navdewletî ji bo çareserkirina pirsgirêkan de, hertim Kurdistan wek dewletekê tê vexwendin, wek dewleteke bi bandor amade dibe û hurmeteke mezin jê re digrin.

Daxwazeke mezin hebûye ji aliyê amadekarên Korbenda Abûrî ya Davosê ji bo amadebûna serok û rêberên Kurdistanê di korbenda îsal de bi taybetî, ku navçe diheje û hertim pêşhatên metirsîdar çêdibin. Pêşwaziyeke mezin li şanda Kurdistanê tê kirin û Serokê Amerîka jî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Ev yek jî gotina Serok Mesûd Barzanî nîşan dide ku digot: Em ne sedema tevliheviyê ne, em hevkarê seqamgîriyê ne.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact