Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:27 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK îsal kongreya xwe saz dike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku ew dê bi sedema pêwîstiyê û ji ber xwe guncadina li gel rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, îsal kongereya xwe saz bike. Endamekî Desteya Serokatiya PDKê jî dibêje, komîteyek pilebilind ji bo sazdana kongreyê PDKê hatiye avakirin.

Desteya Serokatiya PDKê, duhî Şemiyê (18.01.2020) bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiya û piştî civînê bi daxuyaniyeke ragihand ku biryar hate dayîn ku îsla kongereya xwe saz bike.

Di daxuyaniya PDKê de hat gotin ku Desteya Serokatiya PDKê di civînê de pêşhate û bûyerên vê dawiyê bi taybetî yên bandora wan rasterast li ser herêmê û Iraqê hene hatine nirxandin.

Li gor daxuyaniyê biryarên vê dawiyê yên Parlamentoya Iraqê bi nêrîna Desteya Serokatiya PDKê dûr e ji pirênsîpên serekî yên piştî hilweşandina rejîma sala 2003ê ku komara nû Iraqê li ser hat damezirandin û ku ew jî hevpişk û tifaq bû di hukimkirinê de bo tevaya pêkhateyên neteweyî, olî û pişikdarîkirina hemûyan di biryarên çarenûssaz de.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê pêvajoya niha de Herêma Kurdistan û Iraqê bibe qada milmilaniya welatên din û di bedewamiyê de wihangotin: “Gefe terorê hêj li ser rewşa aramî û seqemgeriyê berdewam e. Rewşa aborî welatiyên Iraqê xirab bûye û nikare vê krîze zêdetir ragire. Divê ji bo ewlehiya civaka alîkarî xwe ji biryarên yekalî xwe dûr bixin.”

Herwiha Desteya Serokatiya PDKê dibêje ku ew piştevaniya proseya çaksazî ya kabîneya nehem a Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin.

Pêkanîna kongereya mijareke din a Desteya Serokatiya PDKê bû û derbarê vê yekê de jî dibêje: “Desteya Serkirdayetiya PDKê, pirsa encamdana kongieya 14em a PDKê gênegeşe kir. “Gelek girîng e ku partiya me li hemberê pêşdeçûnên bilez yên herêmê, bo lihevbûna navxwe û derveyê xwe, divê beşên partiyê xebatên baş bikin û fedakariyan bikin. Bi vê sedemê rêvebiriya serokatiya partiyê biryar daye ku di sala 2020an de kongreya xwe bike. Di vê çarçoveyê de erk (desthilatî) hat dayîn bo polîtburoya partiyê ku xebatên pêdivî bike.”

Endamekî Desteya Serokatiya PDKê jî dibêje, komîteyek pilebilind ji bo sazdana kongreyê PDKê hatiye avakirin.

Elî Husên Endamê Desteya Serokatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Komîteyeke pilebilind ji Polîtbûroya PDKê û Desteya Serokatiyê hatiye avakirin û dê ew komîte roja kongre diyar bike.”

Husên wiha got: “Kongreya PDKê dê li gorî qonaxa niha be û dê guhertin di program û bernameyên PDKê de werin kirin. Emê hewl bidin ku kongreya vê carê pir serkeftî be û dê kesên nû jî bên nava desteya serokatiya PDKê.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact