Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê dawîn êrişa Heşda Şeibî bo ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê, belav kir û ragihand, em bi dilgiraniyeke kûr li rûdanên vê dawiyê û êrişa li ser Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê dinerin ku karekî bi temamî ne cihê qebûlkirinê ye û berjewendiyên Iraqê dixe jêr metirsiyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniya xwe de, xwepêşandanên medenî weke mafekî destûrî pênase dike, lêbelê bikaranîna tundûtûjî, êriş û reftarên ne berpirsane bi armancgirtina balyozxaneyê û şandên dîplomatîk, weke ‘pêşhateke metirsîdar’ bi nav dike.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Amerîkî û hevpeymanan bi dostê Iraq û Herêma Kurdistanê bi nav dike û amaje bi wê dike, “Amerîkî dost û hevpeymanên Iraq û Herêma Kurdistanê ne û hevbeşekî sereke bûn di rizgarkirina Iraqê de û serkeftina bi ser terorîstên El Qaîde û DAIŞê de. Ji bo berengarbûna metirsiya teror û parastina berjewendiyan, niha jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştevanî û hevkariya Amerîka û hevpeymana navdewletî heye.”
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Şandên welatan û dîplomatkar, mêvanên Iraqê ne, divê parastî û rêzlêgirtî bin. Em daxwazê ji aliyê berpirs dikin, erkên xwe yên parastinê cîbicî bikin û rê nedin êrişî balyozxane, sazî û şandên dîplomatkaran bê kirin.”