Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îranê li Herêma Kurdistanê rewşa navçeyê gotûbêj kirin.
Îro Yekşema 15.12.2019 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Îranê li Îranê Nesrula Reşnûdî kir û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî Reşnûdî kir ji ber destbikarbûna wî û hêviya serkeftinê jê re xwest di erkên wî de.
Di wê hevdîtinê herdû aliyan behsa pêşhateyên rewşa Iraqê û deverê bi giştî kirin.
Herwiha herdû aliyan pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê pêwendiyên Hewlêrê û Bexdayê û berdewamiya danûstandinên çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêj kirin.