Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di derbarê êrîşa terorîstan ya li ser Pêşmergeyên li Xaneqînê de peyamek belav kir û tê de got ku ew êrîş nîşan didin ku terorîstan xwe rêxisitin kirine û niha gefeke ciddî ne li ser aramiya tevahiya navçeyê.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Şeva borî bi sedema êrîşa terorîstan a li ser Pêşmergeyên li derdora Xaneqînê, mixabin sê Pêşmerge şehîd bûn. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî kesukarên şehîdan dikin û hêviya başbûna bilez jî ji bo birîndaran dixwazin.
Erîşên vê dawiyê yên terorîstan nîşan didin ku terorîstan xwe rêkxistine û gefeke cidî ne li ser aramiya tevahiya navçeyê.
Mesûd Barzanî
05.12.2019”