Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Êrîşa Xaneqîn nîşan dide ku terorîst gef in li ser aramiya tevahiya navçeyê

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di derbarê êrîşa terorîstan ya li ser Pêşmergeyên li Xaneqînê de peyamek belav kir û tê de got ku ew êrîş nîşan didin ku terorîstan xwe rêxisitin kirine û niha gefeke ciddî ne li ser aramiya tevahiya navçeyê.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şeva borî bi sedema êrîşa terorîstan a li ser Pêşmergeyên li derdora Xaneqînê, mixabin sê Pêşmerge şehîd bûn. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî kesukarên şehîdan dikin û hêviya başbûna bilez jî ji bo birîndaran dixwazin.

Erîşên vê dawiyê yên terorîstan nîşan didin ku terorîstan xwe rêkxistine û gefeke cidî ne li ser aramiya tevahiya navçeyê.

Mesûd Barzanî
05.12.2019”