Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 16 DEC 2019 08:03 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê dê her cih û warê aram ê hemû pêkhateyan bimîne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê dê her cih û warê aram ê hemû pêkhate û neteweyan bimîne û dê mafên wan jî parastî bin.

Îro 27.11.2019 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir li Metranê Ermenan li Iraqê Dr. Avak Esdoryan û şanda pê re.

Di wê hevdîtinê de şanda mêvan spasiyên Dêra Ermenan li Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir, li ser wê piştgîriya wî ya berdewam ji bo Ermenan li Herêma Kurdistanê.

Herwiha behsa rewşa ermenan li Herêma Kurdistanê û Iraqê û karûbarê dêr û kenîseyên wan li Zaxo û Duhok û Hewlêrê û herwiha maf û daxwaz û pêdviyên wan hatin kirin.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îranê rewşa deverê gotûbêj kirin

SUNDAY, 15 DECEMBER 2019 23:12:20

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îranê li Herêma Kurdistanê rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

Bê Kurdan danîna serokwezîrê Iraqê biser nakeve..Rola Kurdan dê di hikûmeta nû de mezin be

SUNDAY, 15 DECEMBER 2019 17:12:22

Hewlêr-KDP.info- Li gorî zanyariyan, diyarkirina kesekî ji wek serokwezîrê Iraqê nêzîk bûye. Çavdêrekî siyasî jî dibêje, bê Kurdan danîna serokwezîrê nû yê Iraqê biser nakeve û ev aloziya ku niha li Iraqê heye dê gelekî dirêj bike.

 
Mehmûd Mihemed: Divê em ji alozî û guhertinên bê yên Iraqê re amade bin

SUNDAY, 15 DECEMBER 2019 17:12:58

Hewlêr-KDP.info- Li bajarê Hewlêrê konfransek bi navê “Xwendinek bo Guhertinan û Bandora wan li ser Herêma Kurdistanê” birêve çû. Di konfransê de Endamê Polîtburoya PDKê û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê Mehmûd Mihemed behsa rewşa Iraqê kir û got divê guhertinên Iraqê bandoreke xerab li Herêma Kurdistanê nekin û berjewendiyên Herêma Kurdistanê bêm liberçavgirtin, partiyên Kurdistanê pêwendiyên xwe bihêz bikin û xwe ji her egerekê re amade bikin da ku ev rewş ziyanê neghîne berjewendiyên xelkê Kurdistanê.

 
Li ser alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Ewropa spasiya Herêma Kurdistanê kir

SUNDAY, 15 DECEMBER 2019 16:12:52

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê Vênst Giyom li ser rewşa Iraqê û penaberên li Herêma Kurdistanê axivîn û di wê hevdîtinê de şanda mêvan spasiya hêsankarî û hevkariyên Herêma Kurdistanê bo karên wî kir û herwiha ji ber alîkariyên Herêma Kurdistanê bo koçber û penaberan nexasim ew penaberên ku ji ber şerê vê dawiyê yê Sûriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê û ew karê Hikûmeta Kurdistanê bilind nirxand.

 
Şanda PDKê di Konfransa Partiyên Siyasî yên Asya de beşdar bû

SUNDAY, 15 DECEMBER 2019 16:12:12

Hewlêr-KDP.info- Konfransa salane ya Rêxistina Partiyên Siyasî yên Asya ku bi (THE ICAPP) tê naskirin, ku li Têrngano birêve çû, şanda PDKê tê de beşdar bû.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP