Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 22:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK bo xwepêşanderên Iraqê: Pêşmerge birayê we ne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Polîtbûroya PDKê derbarê xwepêşandanên Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Em wek PDK rêz û pêzanînên me hene bo hemû hewl û tevgerên gelêrî yên aştîxwaz ên hemû çîn û tebeqeyên ku di qadên xwepêşandanan de kom bûne. Me pêwîst dît ku xwîşk û birayên me ku xwedî mafê destûrî ne, agahdarî hewlên hinek aliyên serê wan tevlîhev yên têkder bin ku ji bo jinavbirin û têkdana aştiya civakî pêkanîna metirsiyan bo silametiya niştiman, li dijî Pêşmerge propagandayeke jehrewî belav dikin. Ew jî bi rêya têkilkirina navê birayên we yên Pêşmerge di berpirsyariya wan babetên ku di xwepêşandanan de rû dane.”

Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û xwepêşandan weke mafekî destûrî yê hemwelatiyên Iraqê bi nav kir û di heman demê de hişyariyek jî da û daxwaz ji Iraqiyan kir, “Agahdarî hewlên hinek aliyên serê wan tevlîhev yên têkder bin ku ji bo jinavbirin û têkdana aştiya civakî pêkanîna metirsiyan bo silametiya niştiman, li dijî Pêşmerge propagandayeke jehrewî belav dikin. Ew jî bi rêya têkilkirina navê birayên we yên Pêşmerge di berpirsyariya wan babetên ku di xwepêşandanan de rû dane.”

PDK di wê daxuyaniya xwe de amaje bi dîroka Pêşmerge kiriye bo parastina hemû pêkhateyên Iraqê û ragihand, “Pêşmerge gelek dûr e ku berevajî wijdan û xwestekên niştimanî nav û rêbaza wê bê lekedarkirin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Em weke PDK rêz û pêzanînên me hene bo hemû hewl û tevgerên gelêrî yên aştîxwaz ên hemû çîn û tebeqeyên ku di qadên xwepêşandanan de kom bûne. Me pêwîst dît ku xwîşk û birayên me ku xwedî mafê destûrî ne, agahdarî hewlên hinek aliyên serê wan tevlîhev yên têkder bin ku ji bo jinavbirin û têkdana aştiya civakî pêkanîna metirsiyan bo silametiya niştiman, li dijî Pêşmerge propagandayeke jehrewî belav dikin. Ew jî bi rêya têkilkirina navê birayên we yên Pêşmerge di berpirsyariya wan babetên ku di xwepêşandanan de rû dane.”

PDK dibêje, “Pêşmerge bi dîroka xwe ya dûr û dirêj ji niştimanê xwe re bûye mertal bo hemû Iraqiyan û hemû alî parastine û qurbanî û wefadarî pêşkeş kiriye. Bi şehîdên xwe yên serbilind ve bo gelê Iraqê û bo hemû pêkhateyên gelên azadîxwaz û pêşkeftinxwaz qurbanî dane. Hêza Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniya Iraqê û birayên we ne. Pêşmerge gelek ji wê dûr e ku nav û rêbaza wî bê lekedarkirin ku ev yek berevajî wijdan û xwestekên niştimanî ye.”

PDK hişyariyê dide ku, “dijminên yekrêziya niştiman” hewl didin tometên derew pêk bînin ku armanc ji wan hewldanan jî ji rê derxistina bûyeran e û kesên wê yekê dikin jî bo berwejwendiyên xwe yên bi guman vê yekê dikin.

PDK di dawiya daxuyaniya xwe de tekez dike, “Em soz didin ku gelê me û hêzên wê di amadebaşî de ne bo hemû ew aliyên ku hewla têkdana yekrêziya niştiman didin.”

 




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact