Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 07:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Yekdengiya Kurdan dê destkeftên Herêma Kurdistanê li Iraqê biparêze
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihad, eger pêwîst bike destûra Iraqê were guhertin, divê ew yek di keşûhewayeke aram de bê kirin û tekezî li ser yekîtî û yekrêziya hemû hêzên Kurdî ji bo her egerekê kir. Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Eger mebest ji destkarîkirina destûrê ev be ku destkevtên Herêma Kurdistanê kêmtir bikin, Iraq seqamgîr nabe, lewma ez qet bawer nakim ku ti hêzek dest bow ê yekê bibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî piştî bidawîhatina civîna lûtke ya bi serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re, konferanseke rojnamevanî saz kir û têde encamên civînên îro aşkere kir.

Nêçîrvan Barzanî di destpêkê de ragiahnd, “me bi amadebûna Serokomarê Iraqê Berhem Salih û serokatiyên Herêma Kurdistanê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Kurdistanê civînek giring derbarê rewşa niha ya Iraqê de lidar xist.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa niah ya Iraqê û xwepêşandanên li hejmarek bajarên başûrê Iraqê kir û got: “Herêma Kurdistanê piştgiriya daxwazên rewa yên xelkê Iraqê û xwepêşanderan û bi taybet dabînkirin û baştirkirina xizmetguzariyan dike.”

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Bêguman xelkê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir in, ji ber ku Iraq hem di warê hêza mirovî de û hem jî di warê darayî de welatekî dewlemend e, û xelk rewşa xwe li gel welatên derdorê didin ber hev.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî ragihand, di civînan de tekezî li ser vê yekê hat kirin ku “divê em li Herêma Kurdistanê yekdeng û yekhelwêst bin û divê Kurd yekrêziya xwe biparêzin. Yekdengiya Kurdan dê destkeftên Herêma Kurdistanê li Iraqê biparêze.”

Serok Nêçîrvan Barzanî piştgirya Herêma Kurdistanê bo pêngavên hikûmeta Iraqê yên bo encamdana proseya reformê li welat nîşan da û da zanîn: “Em li Herêma Kurdistanê piştgiriya pêngav û proseya reformê li Bexdayê dikin ku hikûmeta Iraqê dest pê kiriye.”

Di derbarê hewlên ji bo destkarîkirin û guhertina destûra Iraqê de jî ku niha bûye rojeva hin aliyên siyasî li Iraqê, Nêçîrvan Barzanî got: “Eger pêwîst be destkarî di destûra Iraqê de bê kirin, divê ew yek di keşûhewayeke ewle de bê kirin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa gelo guhertina destûrê dê xeterê li ser Kurdan çêke, amadekariyên Herêma Kurdistanê ji bo vê yekê çi ne, bersiv da ûragihad: “Eger mebest ji destkarîkirina destûrê ev be ku destkevtên Herêma Kurdistanê kêmtir bikin, Iraq seqamgîr nabe, lewma ez qet bawer nakim ku ti hêzek dest bo wê yekê bibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Pirsgirêka serekî li Iraqê ne destûr e lê belê jibîrkirin û paşguhkirina destûrê ye, bi taybet ku di wan salên dawî de bendên destûrê nehatin cîbicîkirin.”

Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin: “Karê herî serekî yê me çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re li gor destûra Iraqê ye.”

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact