Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 5 JUL 2025 21:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Dastana Sihêla nehişt Herêma Kurdistanê jinav biçe.. Pêşmerge xwe neçemand
| KDP.info


 

Duhok-KDP.info- Îro Şemeya 26.10.2019, 2 sal bi ser dastana Sihêla de derbas dibe. Ew fermandarê ku di wê dastanê de beşdar bûye dibêje, Dastana Sihêla nehişt hebûn û qewareya Herêma Kurdistanê jinav biçe û Kurdistaniyan xwe neçemandin.

Destpêka Dastanê

25ê Cotmeha 2017, fermandarên Pêşmerge li Sihêla civiyan bi serperiştiya Fermandarê Leşkerê Taybet ê 1 û Gulan Mensûr Barzanî û biryar dan ku heya dilopa dawî ji xwîna xwe şer û bergîriyê di ber Kurdisatnê de bikin.

Roja 26ê Cotmehê hêzeke mezin û bi çekên giran ku pêk hatibû ji hêzên Iraqê û Heşda Şeibî û bi alîkariya hêza hin welatan li navçeya Sihêla li Rojavayê Diclê bicîh bûn û xwe amade kirin ji bo ku êrîş bikin ser Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê.

Fermandarê Pêşmerge Lîwa Behcet Sêlkî ku di wê dastanê de beşdar bû, ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzeke pir mezin û bi çekên giran. 4 fîrqe bûn û bi hezaran serbazên biyanî jî bi wan re bûn. Dixwestin li Sihêla heyfa şerê Pirdê hilînin, ji ber ku başûrê Hewlêrê di şerê Pirdê de hatibûn şikestin û dixwestin heyfa xwe li Sihêla hilînin.”

Hêzên Pêşmerge bi çekên sivik û bi îrade û moraleke mezin di amadebaşiyê de bûn ji bo bergîriyê. Roja 26ê Cotmehê serê sibehê şer destpê kir û hêzên Iraqê û Heşda Şeibî dest bi êrîşê kirin. Lê Hêzên Pêşmerge ji wan re hazir bûn û bi tundî bersiva wan dan. Wan qet bawer nedikir ku Pêşmerge bi vê şêweyê li ber xwe bidin. Ew şer şerê man û nemanê bû.

Pêgeha cografî û ciyosiyasî ya Sihêla

Lîwa Behcet Sêlkî wiha got: “Navçeya Sihêla ji aliyê cografî û ciyosiyasî ve pir girîng e, ew navçeya han 3 welatan bi hev girê dide. Iraq çend armancên wê yên siyasî û abûrî hebûn ji dagîrkirina Sihêla.”

Hatina wê hêzê bo Sihêla piştî şikestina hêzên Iraqê bû li Pirdê, ku dixwestin berê şer biguherin. Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, hemû qesta Iraqê ew bû ku Sihêla bigrin û bighên Pêşxabûrê û Herêma Kurdistanê bifetisînin.

Lîwa Behcet Sêlkî wiha domand: “Armanca siyasî û abûrî jî ji şerê Sihêla bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê pir mezin bû, ji ber ku eger ew di şer de biser ketibana, dê heya deriyê Îbrahîm Xelîl jî çûbana û ew derî dagîr kiribana. Lê dema ku nas kirin ku nikarin, xwestin ku deriyekî din li Rebîe vekin.

Îradeya polayî nehişt Kurdistan bikeve

Şer pir gerim bû û fermandarên Pêşmerge digotin “Em xwe naçemînin” û şerê xwe dikirin. Hiştin ku hêzên Iraqê bişkin û paşve bikşên û di dawiyê de Pêşmerge biser ket.

Wî fermandarê Pêşmerge ragihand: “Şer baş dirêj kir û tê de 21 Pêşmerge şehîd bûn. Bi hezaran çekdarên wan hatin kuştin. Pêşmerge biryara man û nemanê dabûn. Bi piştevaniya Serok Barzanî û îradeya gelê me, pilana dijminan jinav çû.”

Lîwa Behcet Sêlkî wiha got: “Hêza wan pir ji ya Pêşmerge mezintir bû. Lê Pêşmerge karî biser bikeve û ew serkeftin pir mezin û dîrokî bû. Piştî wê jî hevsengî hatin guhertin û wê dastana bi serperiştiya Serok Barzanî hişt ku hebûn û qewareya Herêma Kurdistanê ji destê dijminan parastî bimîne.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact