Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Serokê Şepêla El Xedd a Sûrî Ehmed Asî El-Cerba kir.
Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê rewş û pêşhatên Rojavayê Kuridstanê hatin kirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez li ser rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi riyên aştiyane kir.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareseriyeke dadperwerane û redkirina guhartina demografî li navçeyê kir.