Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 12 JUL 2025 10:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Rewşa xelkê li Rojava pir xerab e û pêwîstiya koçberan bi alîkariya bilez heye
| KDP.info


Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Biryar e mezintirîn karwanê mirovî ji Herêma Kurdistanê biçe Rojavayê Kurdistanê û berpirsê pêwendiyên PDK-Sê jî dibêje, rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê pir xerab bûye û gihîştiye asteke metirsîdar, ku pêwîstiya koçberan bo alîkariya bilez heye.

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê Berpirsê Pêwendiyên PDK-Sê Seîd Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asteke pir metirsîdar û hejmareke mezin koçber bûne, ku zêdetirî 100 hezar kes koçber bûne û rewşa wan pir xerab e û pêwîstiya wan bi alîkariya bilez heye.”

Li gorî zanyariyên malpera KDP.info dê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî di nava van herdû rojan de mezintirîn karwana alîkariyên mirovî bighîne Rojavayê Kurdistanê û bi ser koçberan de belav bike.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact