Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 03:19 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta çil û nehemîn salvegera damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li birêzan Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encumena Navendî ya Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayan û zanayên birêzên ola Îslamî ya Kurdistanê dikîn ku roleke karîger û bi bandor li bihêzkirina bingehên pêkvejiyan û kultûra lêborînî û aştiya civakî û rêgirîkirina li geşkirina bîra tundiya li Kurdistanê heye. Bi çavê rêz û pêzanînê ve li rol û erkê wan yê pir biha dibînîn.

Her bi vê boneyê ve dûbare tekez li ser kultûra resena mirovdostî û aştîxwazî û hevdû qebûlkirina li Kurdistanê bi hemû pêkhatên olî û neteweyiyan ve dikîn, ji bo vê armanca pîroz jî Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştevaniya berdewam, ji bo niştiman û gelê me li karê dilsozaneya Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê dike.

Hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazîn.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

21/09/2019

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact