Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 22:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Destkeft û azadiya niha heye ji têkoşîn û berhema Şoreşa Eylûlê ye
| KDP.info


 

 

Hewlêr-KDPinfo- Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Şoreşa Eylûlê peyamek belav kir û tê di dibêje, ev destkeft û azadiya niha li Başûrê Kurdistanî heye ji berhem û berdewamiya qûrbanîdan û têkoşîna zarok û gedeyên gelê me ye di şoreşa Eylûlê de.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Mezin a Eylûlê bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir şoreşeke siyasî û civakî û çekdarî û seranserî ya gelê Kurdistanê bû ku bingeheke bihêz ji bo xebata rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê li dijî zilm û dagîrkeriyê danî.

Di Şoreşa Eylûlê de Pêşmerge, kadir, mamoste, xwendekar, jin û hemû çînên civaka Kurdistanê ji netewe û olên cûda, li hemû navçeyên Kurdistanê pêkve û ji bo yek armanca pîroz a neteweyî û niştimanî xebat kirin û dîrok û serwerî tomar kirin.

Ev destkeft û azadiya niha heye ji berhem û berdewamiya qûrbanîdan û têkoşîna zarok û gedeyên gelê me ye di şoreşa Eylûlê de.

Her di vê şoreşê de bû ku îrade û xweragirî û evîna niştiman di nava gelê me de ewqasî bihêz bû ku herdem dijminê pirçek li hember de dişikiya û cara dawî jî wê îradeyê dijmin anî ser masaya danustandinê.

Şoreşa Mezin a Eylûlê hem li dijî sîtemkariyê bû, hem jî pêgihandina mirovên Kurdistanê, ji bo wê yekê ku gelê Kurdistanê mafên xwe nas bike û bihaya bilind a mirovane û Kurdperwerane li nav xelk û kadir û Pêşmerge de dirust bibe. Bi awayekî ku li beranber dijmin de jî bi tenê ji bo carekê jî, şoreş dest ji bo kirdareke nebir ku nakok be ligel biha û yasayên şer.

Wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimînê û bibin çira û rênîşandera paşaroja me û nifşên paşarojê.

Di salvegera 58 saliya hilpêkirina şoreşa Eylûlê de, pêzanînên min ji bo wan hemû Pêşmergeyên qehreman û wan têkoşeran heye ku li şoreşa Eylûlê da rola xwe hebûye û ked û xebatê kirine qurbaniyê dane, çi ewên li nav me da nemane û çi jî ewên ku hê jî li jiyanê da mane. Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Eylûl û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Mesûd Barzanî
10 ê Eylûla 2019”




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact