Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 14 JUL 2025 23:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: PDK xwedî armanceke sitratejîk e û qet ji wê armancê venagere
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel berpisên liq û navçeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya û di wê civînê de PDK di demekê de jidayik bû ku gelê Kurd di nava bêhêviyeke mezin de bû û PDK bû hêvî û omêd ji bo gel û ji wê rojê de PDK bû xwedî armanceke sitratejîk û qet ji wê armanca xwe ya sitratejîk paşde venekişe.

Îro Duşema 09-09-2019an Serok Mesûd Barzanî li Selehadînê pêşwazî li berpirsên liq û navçeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên Dihok, Mûsil û her sê encûmenên serkirdayetiya PDKê yên Hewlêr, Serkirdatiya Kerkûk û Germiyan û Serkirdayetîya Silêmanî û Helebçe civiya.

Di civînê da Serok Barzanî behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, geşedanên herêmê, qonaxa piştî referandûmê û herdû hillbijardinên Parlementoya Iraqê û Parlementoya Kurdistanê û avakirina kabineya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî sipasiya xwe bo rola endam û berpirsên PDKê anî ziman ku beramber hemû girift û hemû pilanên dijî PDKê hebûn. Herwiha Serok Barzanî da zanîn ku di encama xweragiriya endam û layengiranî PDKê, PDK li ser asta Iraq û Kurdistanê bûye hizba yekem.

Serok Barzanî behsa rola berpirsên PDKê kir û bilind nirxand û amaje bi wê yekê kir ku berpirsên PDKê di dema herî tengda baweriya xwe bi xwe anîn û serî li sengerên parastina Kurdistanê dan û eger PDKê nebûya niha ne Herêma Kurdistanê dima ne jî nirxên gele kurd.

Serok Barzanî got ku PDK di demekê de jidayik bû ku gelê Kurd di nava bêhêviyeke mezin de bû û PDK bû hêvî û omêd ji bo gel û ji wê rojê de PDK bû xwedî armanceke sitratejîk û qet ji wê armanca xwe ya sitratejîk paşde venekişe, loma PDK ji bo parastin û bexteweriya gelê me her qurbanî daye û qet ji berpirsyaretiyê nareve û xelkê Kurdistanê jî di hilbijartinan de PDK xelat dikin.

Herwiha di civînê da Serok Barzanî sipasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehramaniya hêza Pêşmergeyê Kurdistanê jî kir. Herwiha Serok Barzanî şerê Pêşmerge dijî terorîstên DAIŞê bi bîr xist û û got:”Em hemû deyndarê Pêşmerge ne. Ji ber ku Pêşmerge hemû hesvengî guherand û Kurdistan parast.”

Serok Barzanî di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî kir. Herwiha Serok Barzanî amaje bi wê yekê da ku aniha guftugo û danûstendin hene û pêngavên baş hene. Herwiha ew hêvî dikin hemû kêşe bi rêya diyalogê çareser bibin bi taybet jî kêşeya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.




Nûçeyên din

PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact