Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 02:56 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî bo HDP: Ji bo çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê çi ji destê min bê ezê bikim
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Hevserok û şandeke pilebilind ji Partiya HDP kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rola xwe bibîne di çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd de. Serok Barzanî jî ji şanda mêvan re got, ji bo çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê û li perçeyên din ên Kurdistanê çi ji destê wî bê dê bike.

Îro Şemiya 07.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Sezayî Temellî Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) û Cîgirê Hevserok û hejmarek ji Parlamenterên wê partiyê yê di Paralamentoya Tirkiye de kir.

Di hevdîtinê de Hevserokê HDP pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî di hevkêşeyên siyasî yên li Rojhilata Navîn û xebat û pêşxistina doza rewa ya gelê Kurd de hebû.

Herwiha şanda mêvan bi kurtî rewşa siyasî ya Tirkiyê û kêşeya gelê Kurd li wî welatî û siyaset û nêrîna partiya xwe ya li ser çawayiya çareserkirina pirsa Kurd û bidestxistina aştî û tebayî di navbera gelên navçeyê de û bi destxistina yekrêzî û yekgotariya aliyên Kurdî, ji bo Serok Barzanî şîrove kir. Şanda HDPê, daxwaz jî kir ku Serok Barzanî bi biberçavgirtina wê rol û pêgeha xwe ya ku li nava Kurdistanê û navçeyê heye, alîkariya çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsa Kurd bide.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî serdana şanda HDP ya ji bo Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn û got jibilî ku li her perçeyeke Kurdistanê taybetmendiya xwe heye, herwiha ji bo dûrketina ji aloziyan pêwîst e aliyên Kurdî wan taybetmendiyan liberçav bigrin ku li her beşekî Kurdistanê de heye.

Serok Barzanî tekez jî li ser wê yekê kir ku ti pirsgirêkek di nav de jî pirsa gelê Kurd bi şer û tundiyê nayê çareserkirin û di dawiyê de jî divê çareseriya siyasî û aştiyane biser bikeve.

Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de ew yek ji şanda mêhvan re got ku ji bo alîkariya çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyê û peçeyên din ên Kurdistanê ew qet texsîriyê nake û ji bo vê mebestê jî tişta ku ji destê wî bê ewê bike.

Serok Barzanî daxwaz jî ji şanda HDPê kir ku jibilî aloziyan û hebûna giriftên kûr bi ti awayekî ji çareseriya aştiye bêhêvî nebin û rê jî nedin ku hebûna nakokiyên siyasî bibe sedema serhildana nakokiya neteweyî di navbera Kurd û Tirkan de.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact