Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 6 JUL 2025 02:35 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Şerê pîroz
| KDP.info


Zikrî Mûsa

Şerê DAIŞê yek qonaxên herî girîng bû di dîroka nû ya gelê Kurdistanê de. Şerekî pîroz bû, ji ber ku ne tenê bergîrî bû di ber ax û kerameta welat de, lê belê şerê di ber nirxên me de bû, şerê li dijî nezanî û tarîbûnê bû. Di wî şerê pîroz de Hêzên Pêşmerge biser ketin, ku ji bo cara yekem bû Hêzên Pêşmerge karîn bi pilaneke baş û li ser axeke berfireh, dijmineke hov bişkînin û axa Herêma Kurdistanê bi temamî azad bikin. Pêşmerge karîn axa bav û kalan bi xwînê û bi şerê mêranî bistînin, bê ku yasayên şer binpê bikin. Serok Mesûd Barzanî jî roleke sereke di fermandariya wî şerê berfireh de û di avakirina Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna terorê de dît. Bi rastî ew xwediyê vê serkeftina pîroz e.

Şerê li dijî DAIŞê ewqasî bi şax û rehend e çiqasî li ser bê gotin hîn jî kêm e. Di wî şerî de bû ku Hêzên Pêşmerge guh nedan nakokî û pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî de û di yek çeperê de bihvre xwîna xwe dan. Di wî şerî de rihê hevbeş ê netewî û bawerî bixwe çêbû û defet da gelê me ku bi dengekê zelal referandûmê biser bixin. Bi sedan efserên genc di wî şerî de bi baştirîn şêwe gihan. Bi sedan dastanên qehremaniyê hatin tomarkirin. Ew şer ne şerê partiyên siyasî û rêveberiya Kurdistanê bû. Şerekî pîroz bû ji bo ax û welat û netewe û başxwaziyê. Ew şer, şer bû ji bo tevahiya mirovatiyê. Lewma jî neyarên Kurdistanê şermezar bûn û pilana têkbirina Herêma Kurdistanê danîn. Ew şer şerê pêkvebûna netewe û niştiman bû û dijmin jî baş ew yek fêm kiribû.

Beşeke pir ji şanaziyê di jiyana miletê me de, ew e ku Pêşmerge tê de qehreman û endazyar û tewereke sereke ye. Divê ev yek bi nemirî bimîne û neviyên me zanibin çi çêbû û çawa hovtirîn terorîst li ser axa Kurdistanê bi destê zarokên vî welatî hatin jinavbirin.

Mixabin kêmxebiyeke mezin heye derbarê ku ev dastan sax û zindî bimînin. Erkê partiyên siyasî û hikûmet û nivîskar û hunermend û sînamakar û rewşenbîran e ku serkeftinên Pêşmerge li dijî DAIŞê sax bihêlin, ji ber ku ew xwîna ku hat rijandin ne kêm e. Ew qehremaniya Pêşmerge wek wê tune ye. Ew dîroka ku li ser destê Pêşmerge hat tomarkirin divê bibe sedemek ji bo hezkirina niştiman û bibe dersek ji bo berxwedanî û parastina axê ji hemûyan re. Gelê Kurdistanê xweragir bû û Serok û Pêşmerge efsaneya DAIŞê şikandin, niha erkê me ye ku em wê serkeftinê her sax bihêlin.


 

 

 

 

Attachments area

 

 


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact