Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 05:15 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK: Em sozê didin Barzaniyê Nemir û şehîdên Kurdistanê ku emê dilsozî armanc û rêbaza wan bin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi boneya 73yemîn salvegera damezrandina PDK peyamek belav kir û tê de dibêje: “Em rijd in li ser azadîxwazî û kurdîtiyê. Em rijd in li ser parastin û bihêzkirina Kurdistanê. Em sozê didin rêber û damezrênerê partiya xwe Mistefa Barzanî û Kekê Îdrîs Barzanî û hemû şehîdên PDKê û şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, ku emê heya bi destveanîna wan armancên ku canê xwe di ber de dan, dilsozê rêbaza wan bin.”

Polîtburoya PDKê di peyama xwe de dibêje: “Beriya 73 salan, PDK hat meydanê ji bo ku bibe hêvî û omîd ji neteweyekê re. PDK wek pêwîstiyeke dîrokî bû, ku dengê azadîxwaziyê yê gelekî bêmaf bû. PDK hat avakirin ji bo ku neteweya Kurdî bibe xwedî pêgehekê ku hêjayî be. PDK bû zengê zelal ji redkirina bindestiyê re. PDK bi îlhama rêbaza Barzaniyê nemir û bi sûdwergirtinê ji kiltûra dêrîn a şoreşgêrên neteweya me, hat avakirin. PDK çarçoveyeke mirovî û serdemayane ji bo kurdîtiyê vejand. Neyarên Kurdan jî qet nikarîbûn ji me re bêjin terorîst û tundrew. PDK ji serî de ket ser rêya xebata siyasî û sivîl û miletî, heya em nehatin neçarkirin û derî li pêşiya me nehatin girtin, me dest bi xebata çekdarî nekir. PDK karî bibe mal ji hemû netewe û ol û mezhebên Kurdistanê re û karî hemû aliyan bike yek dest di xebatê de.”

Polîtburoya PDKê wiha domand: “PDK karî bi piştevaniya gelê Kurdistanê pêşrewiya tevgera bizava rizgarîxwaz û şoreşên Îlon û Gulanê bike. Karî pêşrewiya karwanê têkoşîna siyasî û pêşmergayetî û dîplomatîk û medyayî û miletî bike. PDK tevî karesat û jenosayda û şerê bi hovînî yê dijminan karî qonax bi qonax mafên gelê Kurdistanê bidestve bîne, û heya roja îro jî PDK bê ku biweste xebatê dike û tevî hemû astengî û girêkan PDK kariye wek çiyayekî serkêşiyê bike di meydanê de. PDK îro ji her demekê zêdetir bergîriyê dike li mafên gelê Kurd û Kurdistanê.”

PDK ragihand: “Îro jî û piştî derbasbûna 73 salan, PDK li ser rêbaza damezrêner û rêberê xwe Barzaniyê nemir û bi serokatiya hêja Serok Mesûd Barzanî bi heman bîr û bawerî, rijd e li ser kurdîtiyê û azadîxwaziyê, rijd e li ser parastin û bihêzkirina Kurdistanê. PDK karî di çend salên derbasbûyî de tevî pilanan û şer û hewlên jinavbirina Herêma Kurdistanê, karî bi moraleke bihêz di rûyê hemû wan hewlan de raweste û nehişt Kurdistan çoga xwe ji kesî re daxe. PDK nehişt armancên wan kesan yên ku xwe jidest dane, bicîh bên û nehişt hebûna yasayî ya Herêma Kurdistanê jinav biçe. PDK karî bi siyaseteke rast û dirust cezayên nerewa ji ser Kurdistanê rabin û qet ji mafên Kurdistanê paş venegeriya.”

Polîtburoya PDKê wiha dibêje: “Niha jî, silogan û armanca me avakirina Kurdistaneke bihêz e. PDK hewl dide ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê û baweriya me bi vê yekê jî bihêz e. Armanca me jî ji geşekirina Herêma Kurdistanê ew e, ku em jiyaneke baştir û hêjatir ji xelkê xwe re peyda bikin û xizmetkirineke baştir ji wan re bikin. Kurdistana bihêz baştirîn garentî ye li hemberî her pêşhat û bûyerekê li ser asta Iraq û navçeyê.”

PDK wiha domand: “Em sozê didin rêber û damezrênerê partiya xwe Mistefa Barzanî û Kekê Îdrîs Barzanî û hemû şehîdên PDKê û şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, ku emê heya bi destveanîna wan armancên ku canê xwe di ber de dan, dilsozê rêbaza wan bin.”




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact