Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 23:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rijandin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li gel kesaytî û xelkê devera Balekayetiyê civiya û ragihand, ew li hember topbaran û bombebarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve nîgeran e. Serok Barzanî herwiha got, “nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin.”

Serok Mesûd Barzanî îro Duşema 12ê Tebaxê bi boneya cejna Qurbanê serdana devera Balekayetî ya ser bi navçeya Çoman a Hewlêrê ve kir û li gel kesayetî û hevwelatiyên vê deverê civiya.

Serok Barzanî di vê civînê de axaftinek pêşkêş kir û têde nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember topbaran û bombebarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve nîşan da û got, nabe Îranê û Tirkiye axa Herêma Kurdistanê topbaran û bombaran bikin.

Herwiha serok Barzanî diyar kir, eger hincet bi Îran û Tirkiyê neyên dayîn, ne ti dever tên topbarankirin û ne jî balafirê şer ti deveran bombebaran dikin.

Serok Barzanî got: “Bi rastî em jî ji wê rewşa xirab a ku li ser sînoran çêbûye, nîgeran in. Hinek caran topbaran e û hinek caran jî bombebaran e, ji aliyê Îran û Tirkiyê ve, bêguman eger hincet nekevin destê Îran û Tirkiyê, ne topbaran tê kirin û ne jî balafir bombebaranan dikin, ji ber vê yekê divê ew rewş were çareserkirin, bi awayekê ku xelkê vê deverê û hemû navçeyên din berdêla wê rewşa xirab nedin.”

Serok Barzanî herwiha ragihand, ewlehiya Herêma Kurdistanê xaleke giring e û tekez kir, divê hewla parastina wê bê dayîn û divê rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bê girtin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî got: “Em di nav hewldanan de ne, bi şêweyekê ku nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin, lê belê pêwîst e rewşa herêmê li ber çav were girtin. Tekane cihê hêviya xelkê ye. Eger ev hêvî jî nema, hemû tişt bi dawî tê.”

Serok Mesûd Barzanî behsa serpêhatiya jiyana xwe li devera Balekayetî di dema Şoreşa Eylûlê (Îlonê) de kir û da xuyakirin: “Me 10 sal ji temenê xwe yê herî xweş li vir derbas kiriye, ji salên 1965 heta 1975an. Hemû bîreweriyên me yên xweş, ên li vê deverê ne, zistanan li devera Balekayetiyê em li Dîlmanê bûn li cem Îbrahîm, havînan jî em li Hacî Omeranê bûn.”

Herwiha Serok Barzanî amaje bi giringiya devera Balekayetiyê kir û destnîşan kir: “Ev dever, ji bo me deverekî pir giring e, baregeha serkirdatiya Şoreşa Îlonê li vir bûye, xelkekî gelek dilsoz û xwedan bîr û bawer li vê navçeyê hatine perwerdekirin, gelek zehmetî dîtine, gelek fişara dijminan li ser hebûye, şev û roj firoke bi ser wê navçeyê de geriyane û gundên wê bombebaran kirine. Gelek ji wan gundên ku ketibûne ser xeta Bereyê li Tengava Omer Axa heta digihe Dola Akoyan, ew gund bi şev û roj di bin agirê topxaneya dijmin de bûn. Gund jî ku diketin kûrahiya navçeyê, di jêr êrîş û bombebarana firokeyan de bûn. Lê xelkê deverê xweragir bûn û pabendî yasayên şoreşê bûn û şoreş bi ya xwe dizanîn.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serok Barzanî ragihand: “Dijmin gelek hewl dan, sîxûran li vê navçeyê çêbike, lê belê nedikarî. Gelek hewl da rewşa şoreşê têk bibe, çimku dizanî eger vir têk neçe, li hemû cihên din jî dê rewş têk biçe, lê belê nekarî, lewra îro min bi derfet dît ku ez bême xizmeta we, bo pîrozbahiya cejnê, ji bo ku lêborînê jî ji we bixwazim, çimku eger hûn gazinan bikin, ez gazinên we qebûl dikim, eger hûn nekin jî, ji qenciya we ye. Lê belê ez gazinê li xwe dikim, diviyabû salê carekê bihatibama vê navçeyê, niha jî weke min got, ez ji bo pîrozbahiyên cejnê hatime, daku halê we bipirsim û navçeyê jî bibînim.”

Serok Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîst e bêtir û baştir xizmeta devera Balekyatiyê bê kirin û da xuyakirin, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî baştir xizmetguzariyan pêşkêşî deverê bike.

Serok Barzanî got: “Bi îzna xwedê, divê di pêşerojeke nêzîk de, bernameyeke rêkûpêk bo vê navçeyê bê danîn, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetguzariyên baştir bo navçeyê dabîn bike.”

Serok Barzanî destnîşan kir: “Ji ber ku vê navçeyê xwe li ber fişareke mezin a şoreşên Îlon û Gulanê girt, divê bê qerebûkirin. Ez kêfxweş im ku ev derfet ji min re hate pêş ku serdana we bikim.”




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact