Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:33 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Duran Kalkan, bi eşkere û bi zelalî
| KDP.info


Aryan Ferec

Endamê Desteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan tişta ku di pişt perdê de bû derxist. Bêşerim û fedî gotiye, (Em dijî azadiya Başûrê Kurdistanê ne. Erkê me têkdana aramî û ewlehî û azadiya wê ye. Yan divê hemû perçeyên Kurdistanê pêkve azad û aram bin, yan jî nabe bi tenê Başûr azad û aram be.)

Cudahî di navbera helwêsta PKKê û helwêsta neyar û dagîrkerên Kurdistanê tenê ew e ku gotinên wan pêş û paş dibin û şêweyê zimanê wan tê guhertin. PKK li dijî azadiya Başûr e, ji ber ku perçeyên din ên Kurdistanê hêj azad nebûne. Dagîrker jî dijî Başûr in ji ber ku bi nêrîna wan azadî û pêşkeftina Başûr dê bibe sedem û hander ji bo azadiya perçeyên din ên Kurdistanê. Di encamê de herdû jî li dijî azadî û aramiya Başûrê Kurdistanê ne û erkê wan têkdana vî perçeyê Kurdistanê ye.

Lewma jî dema li Qendîlê pilan ji bo kuştina dîplomatkarekî Turk li Hewlêrê tê danîn, armanca wan lêdan û têkdana ewlehî û asayişa Başûrê Kurdistanê ye, ne xebat e ji bo azadiya Bakurê Kurdistanê. Ji ber ku ya ku dagîrkerî ye ne Hewlêr e, Amed û Şirnex e. Ne jî nanxwaringehên Hewlêrê çiya ne û ne jî dîplomatkar çek avêtiye ser milê xwe, ne jî ew herdû ciwanên Başûrê Kurdistanê ku di êrîşê de şehîd bûn, dagîrkerê Bakur bûn.

Kalkanê bi regez Turk, ti guman nehiştiye ku dijayetiya Herêma Kurdistanê bûye aramnca wan. Armanca wan têkdana aramî û ewlehî û azadî û jiyana xelkê Başûrê Kurdistanê ye. Dema artêşa Tirkiyê jî dikşînin ser Başûr ji bo wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê jinav bibin, armanca wan ne ew e ku Bakur azad bikin. Şerê PKK û armanca wê jî di serî de PDK ye, ji ber ku PDK ketiye çeperê bergiriya li vê herêmê.

Bi dirêjahiya dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurdî, li her perçeyekî Kurdistanî hêviyek, omêdek, destkeftek yan derfetek ketiba destê Kurdan de, hemû perçeyên din ên Kurdistanê piştgiriya wê dikirin û wek destkeft û hêvî ji xwe re û ji neteweya Kurdî re nîşan didan. Lojîka PKKê jî li hemberî azadiya Başûrê Kurdistanê bi temamî li dijî wê piştgiriya neteweyî ye. Sedema wê jî ew ku PKK bi xwe nexweşiyek e li dijî kurdayetiyê û li dijî armancên tevgera rizgarîxwaz a Kurdan.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact