Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 00:27 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Na ji bindestiyê re
| KDP.info


 
 
Zikrî Mûsa
 
 
 
Referandûm pîroziyeke reha ye, ji ber ku dengê dilêr ê miletekî di bin dagîrkeriyê de ye, ku hewar dike ji bo bidestxistina azadiyê bi şêweyê herî aştiyane. Ev pêngav divê bê perestin, hercar bê bibîranîn, bê xwendin, ev pêngav bibe akadîmiye û hozan û şekrê ser zimanan û ji zarokan bo neviyên me bê veguhestin. Tenê dengek e ku di 100 salên borî de canê miletê me yê hevbeş gihand hev. Dengê îradeya hevbeş a gelê Kurdistanê ye, îradeya gel jî qet şaşîtiyê nake.
 
Çi şanaziyeke mezin e ku mirov bergirîkar be ji referandûmê re û azadîxwaz be. Herwiha serşûrî ye jî ji wan kesan re yên ku dengê rewa yê gelê xwe bi tiştekî vala û bi ketin û bi tiştekî seqet binav dikin. Referandûm pêngaveke mezin e ji ber ku heya niha jî tirs û zîre xistiye dilê dagîrkeran. Lewma em dibêjin, referandûm nirxeke nemir e, ji ber ku neyarên wê, kesên nenormal û xerabe û zalim in. Yan jî dagîrker in yan ew mirov in ku tiştekî ji demokrasiyê fam nakin, yan jî darê destê dagîrker in. Yan jî gêj û gemje û hesûd in. Yan jî ew tivinga bo kirê ne û çekdarê ku ji bo pereyan şer dikin û bê armanc û pirs in.
 
Gelek dibêjin, rewşa niha ya Kurdistanê û dagîrkirina nîvê axa Kurdistanê sala 2017 ji ber referandûmê bû. Eger em bêjin ev yek rast e, gelo êrîşa dagîrker ya li ser Kurdistanê, hicetek e ku em ji dengê rewa yê gelê xwe poşman bibin û şerê vî mafê xwe yê referandûmê bikin? Gelo dijminê ku dijminatiya te dike û axa te didize, divê em dijatiya wî bikin? yan em bibin caş û xwefiroş jê re û em xeber û sixêfan ji azadîxwazên gelê xwe re bidin?! Tevî van hemû tiştan jî lê rewşa piştî referandûmê û dagîrkirina Kurdistanê qet ne ji ber referandûmê bû. Berî referandûmê bi gelekî jî pilan hatibû danîn ji bo lawazkirin û biçûkirina Kurdistanê, lê bi referandûmê re ew pilan bilez hat cîbicîkirin û rûyê rastî yê hemû aliyan zûtir eşkere bû.
 
Operasyona azadkirina devera Şingalê û şikandina efsaneya DAIŞê, ne bi tenê şikandina DAIŞê bû, lê belê avakirin û binyatnana ax û netewe û sînor û bingehên serweriyê bûn. Serok Barzanî ev rêberatî kir lewma jî jê diqeherin. Di wê operasyonê de ji bo cara yekem di dîroka hevçerix de Kurdistanê karî li gorî pilaneke rêxistî siyasî û leşkerî axa xwe ji bin destê dijmineke hov de derxîne. Her ji roja azadbûna Şingalê ve dagîrkeran odeya taybet a dijayetiya Kurdan danîbûn. Bi dest û piyan xebat dikirin û caşê xwe di nava Kurdan de xistin tevgerê. Nehiştin xelkê Şingalê vegerin ser malê xwe. Dagîrkeran pilana îdarî ya azadkirina Mûsilê piştguh kirin. Azadkirina navçeya Hewîce ya başûrê Kerkûkê gîro kirin ji bo ku hêza wan a motik hebe ji bo dagîrkirina Kerkûkê. Caşê dagîrkeran û dijminan di nava Kurdan de ketin tevgerê bo lêdana Kurdistanê. Serok Barzanî jî ev tişt hemû dizanî ku piştî nemana DAIŞê pilana jinavbirina Kurdistanê heye, lewma jî rijd bû li ser wê yekê ku referandûm bê kirin.
 
Berî referandûmê pilana girtina Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî hebû. Dagîrkeran dixwestin Kerkûka çavkaniya samanan e û Efrîn ku rêya setratejîk a Kurdistanê ye ji bo Deryaya Sipî, ji Kurdan bistînin û ev kar jî kirin. Ma li Efrînê referandûm nehatibû kirin.. Li Herêma Kurdistanê wê demê referandûm nehatibû kirin lê pereyên Kurdistanê qût kirin.. Dema Enfal û kîmyabaranan jî kesî behsa referandûmê nekiribû.. Li Rojhilatê Kurdistanê ciwanên Kurd ji ber referandûmê tên bidarvekirin?.
 
Bila kes xwe gêj neke, tişta ku di navbera Kurdan û dagîrkeran de çêdibe, ew e ku dozeke 100salî heye ji hevrikiya dagîrker û xwediyê maf. Şerekî bêdawî ye di navbera azadîxwaziyê û bindestiyê, kultûrê caşîtiyê û pêşmergebûnê. Şer e di navbera ronahî û tarîbûnê de, di navbera ciwanî û kirêtîbûnê de, şer e di navbera tavê û nezaniyê de, di navbera biwêrî û tirsnokiyê de.. Di navbera nan û azadiyê de, tevî ku dijmin nanê serşûriyê jî zêdey serê me dibînin.
 
Di navbera dengê zalimkarê dagîrker û deng û qelema nivîskarê Kurd ê xwefiroş li dijî azadiyê, dengek heye ku pir zelal û bilind e ku ew ew deng dighê ezmanê heftan, ew jî dengê serkeftinê û dengê pîroz ê (Erê ji serxwebûna Kurdistanê re) ye ku dengê gelê Kurdistanê ye.. Spas Serok Barzanî ku tu di rûyê bayê reş û bahozan rawestiye ji bo ku em hemû bêjin (Na ji bo bindestiyê).



Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact