Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 00:07 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Partiyên Bakurê Kurdistanê “Tifaqa Hilbijartina Kurdistanî” ragihandin
| KDP.info


Amed-KDP.info- Heşt partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê îro li bajarê Amedê hevpeymaniya xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan bi fermî ragihandin.

Derbarê pêngavê de, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş ji malpera KDP.info re ragihand: “Me ev tifaqa hilbijartinan ava kiriye ji bo ku rêxistina gelê Kurd hebe û giraniya me li Bakurê Kurdistanê bihêz be.”

Wan her heşt partiyan îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kongreyeke rojnamevanî hevbeş lidar xistin û tê de tifaqa xwe ragihandin.

Di destpêka kongreyê de, Sertaç Bocak axivî û daxuyanî bi Kurdî pêşkêş kir.

Daxuyanîiya ku ji aliyê Sertaç Bocak ve hatin xwendin, bi vî awayî ye:


“Ji ber ku hilbijartinên heremî, ji bona desthilatdariya heremî û bicîhbûna demokrasiyê giring in, ji xwe ji me Kurdan re ev hîna giringtir in. Hilbijartina 31ê Adarê ji ber hinek sedemên ku emê li jêr bînin ziman hîna giringtir bûne.

1-Piştî pergala serokatiyê li Tirkiyê eşkere xuya dike ku parlamento ji derb de ketiye û pê re ji giringiya îdareyên heremî hîna zêdetir bûye.

2 -Desthiladar, mixalefet û partiyên sîstema Tirkiyê, bi plan û programan berê xwe dane doza gelê me û dixwazin ku di mêjiyê gel de hinek têgihiştinên çewt bicîh bikin. Ew dixwazin ku gelê me ev fikir bi wana re çebibe; “ em herin ser sindoqan jî, em neçin jî wê tu cudabûn çênebe, çawa be jî ew dê li şaredariyan qeyûm werin tayinkirin.” Bi vê têgihiştina çewt dixwazin gelê me ji siyasetê sar bikin, da ku bi van dîtinên çewt gelê me ji xwe re dikin hedef.

3- Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di derbarê Kurdan û hilbijartina heremî li Kurdistanê de dibêje; “heke Kurd careke din desthilatdariya heremî ji destê qayûman derxînin, wê hinek daxwazên wana hîna kûrtir bibin. Ev jî wê Tirkiyê bibe devereke din. Ji bona ku em bikevin pêşberî vê yekê divê em eşîran têxin dewrê” anku Bahçelî dibêje, bila Kurd hilbijartinan winda bikin, bila MHP jî hilbijartinê winda bike lê bila dewletaTirk winda neke.

4-Piştî ku pergala serokatiyê bicîh bû desthilatdariya AKP û rejîma Tirkiyê têne bûye ya zilamekî. Ji bona ku em bikaribin bi hilbijartinên meşrû û îrada gel vê pêvajoyê derbas bikin, divê em karibin tifaqên gelek berfireh li Kurdistanê pêk bînin.


Ji ber vê yekê em tifaqa xwe li Kurdistanê, li Tirkiyê û li dinyayê, ji raya giştî re radighînin;

a) Em tevger û partiyên Kurdistanî ku îmzeyên me li jêr hene, di bin sîwana HDPê de, di hilbijartinên heremî de tifaqa xwe îlan dikin.

b) Tifaqa Cumhur ku dixwaze îrada gelê me careke din desteser bike û bi formula ku dibêje “ Bila Kurd winda bikin” siyasetê dike. Li himberî vê dîtinê em jî dibêjin.“Bila Tifaqa Hilbijartina Kurdistanî û gelê me biserbikeve, bila partîyên me biserbikevin. Bi wan helwestan em dixwazin ku derfet û destkevtinên xurt bi dest bixînin.

c) Bi Tifaqa Hilbijartin aHeremiya Kurdistanê em dixwazin siyaseta sivîl- demokratîk xurt bikin, ji bona vê yekê em bi bawerî têdikoşin. Û ya herî giring jî em nirxên gelê me yên netewî diparêzin û êrişên ku li ser gelê me hene di bingeheke sivîl-demokratîk de em li himberî van êrişan derdikevin.

d) Di tifaqa hilbijartina heremî de tevger û partiyên me amaje pê dikin ku di nava gelê me de kultura hevkariya netewî-demokratîk pêş de bibin. Dîtinên şaş ku di nava Kurdan de heta niha belav bûne, weke ku tê gotin “Kurd nikarin tifaqa bi hevdû re ava bikin”, Em dixwazin vê dîtina şaş di hilbijartinên heremî de bişkînin, vala derxînin û li gora daxwaza gelê xwe tevgerê bikin.

e) Di Tifaqa Cumhur de (AKP-MHP) dibêje; ji bona pêşeroja dewleta xwe em tifaqê ava dikin, lûksa me ku em ji hevdû bixeyidin tune ye, ji ber van sedeman em tifaqê çêdikin û li hev dikin. Em tevger û partiyên Kurdan jî nakokî û cudabûnên xwe paş de vêdikişînin û li ser nirxên hevbeş ên Kurdan em tifaqa xwe di hilbijartinên heremî de radighînin.

f) Ya herî giring jî ev e, daxwaza Kurdan ku îro hemû gelê me dike yek, ango perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê di serî de û têkoşîna ji bona mafê çarenûsa netewa xwe ku me Kurdan hevbeş dike, bi vê hişmendiyê emê di şaredariyan de helwesteke netewî - demokratîk pêş de bibin. Di warê heremî de emê bixwazin ji gelê xwe re xizmetê bikin.

g) Kurdên ku di hilbijartinên heremî de li derveyî tifaqa me tevgerê dikin, em rûmeta nişanî îrada wana didin û helwesta wan a weke mafeke demokratîk dinirxînin. Lê belê di van şert û mercên ku me bi kurtasî li jor anîne ziman, em dixwazin di hilbijartina 31ê Adarê de Kurd bi yek tifaqê bi hevdû re tevgerê bikin. Beşdarbûna Kurdan bi tifaq û bi hev re, giringiyeke dîrokî ye û di berjewendiya gelê me de ye. Emê heta dema dawî ji bona hilbijartina heremî yekrêzî û tifaqa Kurdan biparêzin, banga xwe dubare bikin û bangî van hevalan bikin ku beşdarî tifaqa me bibin.

h) Em dîsan giring dibînin ku HDP di hilbijartinên heremî de bi hêzên demokrasiyê li Tirkiyeyê re tifaqên berfireh ava bike.

Em ji raya giştî a birêz re radighînin: Em bawer dikin û emê serkevin, dê gelê me / gelên me biserkevin, dê tifaqa me biser bikeve, emê biserbikevin.


Hereketa Îslamiya Kurdistanê (Azadî)

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)

Komeleya Kurdên Şoreşgêr ên Demokrat (DDKD)

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

Partiya Mirov û Azadiyê (PIA)

Partîya Komunîsta Kurdistanê (KKP)

Platforma Demokratên Kurdistan (PDK)

Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiye (PDK-T)”




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact